Piştî Sêvê, Pakîze û Fatmayê: Azadî nayê dayîn tê standin... 2018-01-04 11:38:33   Berîtan Canozer   AMED - Jinên ku gotina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku dibêjin "Azadî nayê xwestin tê standin" bi bîr xistin diyar kirin ku ew ê li mîrasa têkoşînê ya hevalên xwe xwedî derkevin û ji bo merasîma bîranînê ya her sê jinan banga tevlibûnê kirin.   Li Sîlopiya Şirnexê di 14'ê kanûna 2015'an de piştî "Qedexeya derketina derve" di 4'ê Kanûnê de Endama PM'a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sêvê Demîr, Aktîvîsta Kongra Jinên Azad (KJA)  Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina van her sê jinan re du sal derbas bûn. Di nava van du salan de jinan têkoşîna Sêvê, Pakîz û Fatma ji cihê mayî dewr girin û berxwedana jinan mezin kirin.   'Me ji bo azadiya xwe jiyana xwe feda kir'   Endama MYK'a Partiya Herîmên Demokratîk (DBP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Zuhal Tekîner diyar kir ku qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatmayê û ya 3 jinên siyasetmedar a di 9'ê Çileyê de li Parîsê gelek dişbihin hev û ev tişt got: "Tişta herî girîng ew e ku her 6 jinan jî gotine 'azadî nayê dayîn, azadî tê standin' û ev gotin ji bo xwe kirine dirûşim û ji bo vê têkoşîn dane." Zuhal anî ziman ku her 6 jin jî ji bo berxwedana azadiyê ya kurd girîng bûn û wiha berdewam kir: "Hevalên me peyam dan me ku ew ji bo azadiyê canê xwe didin û nîşanî me dan ku azadî nayê dayîn tê standin."    'Xwestin me çavtirsandî bikin   Zulal di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatmayê re xwestin ku peyama teşîrkirina bedena jinê û çavtirsandina jinê bidin.   Zulal got ku derbarê qetilkirina Sêvê, Pakîze û Fatmayê de tu pêşketineke hiqûqî pêk nehatiye û wekhevbûna vê qetlîamê û ya li Parîsê di warê pêşketinên hiqûqî de jî wekî hev e.       Zulal derbarê merasîma bîranînê ya 3 jinên kurd ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin de agahî jî dan wiha got: "Merasîmeke bîranînê ya ku em ji bo hevalan amadekariya wê jî dikin heye. Em ê van hevalên xwe hem li ser gorên wan û hem jî li hemû bajaran bi çalakiyên bîranînê bi bîr bînin."   'Ji temenê biçûk de têkoşîna azadiyê dan'   Endama PM'a DBP'ê û aktîvîsta TJA'yê Nurten Uzumcu jî diyar kir ku jinên kurd bi sedan salin bi tundî û zextan re rûbirû mane û ev tişt got: " Sêvê Pakîze, Fatma û Sakîne, Fîdanî û Leylayê  ji biçûkantiya xwe de di nav têkoşînê de bûn. Nurten di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Niha dayika Sêvê, Pakîze û Fatmayê jî li têkoîşîna zarokên xwe ku ji bo azadiya gelê kur û jinan didan xwe dî derdikevin. Berxwedana her sê hevalên me tênê ji bo yên piştî wan mîras nema ji bo yên beriya wan jî mîras ma. Ji ber vê em dixwazin ku jin li hemû qadan berxwedanê bilind bikin û em dixwazin ku ev bîranîn jî bi hêz û tevlibûneke xurt derabas bibe."