Hevserokên Meclîsa Herêma Efrînê sond xwarin 2018-01-04 09:47:53   EFRÎN - Endamên meclisên navçeyên kantona Efrînê, bi civînekê sond xwarin û hevserok û nûnerên xwe ji bo meclisa herêmê hilbijartin.   Desteya Rêveber a Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê bi endamên meclisên navçeyên: Şêrewa, Şera, Mîdankê, Mobata û navçeyên Efrîna Nû û Kevn re civiyan.   Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif axivî û got ''Divê em bi pirsyarî û bi awayekî tekûz  erkên dikeve ser milên me ji bo civakê pêş bixînin û alîkariya welatiyan bikin pêk bînin."   Rohilatê, girîngiya hevgirtina hemû pêkateyan û ji nîjadperestiyê dûr dest nîşan kir û anî ziman ku divê nêrînên her pêkhateyan bê girtin, ji bo pêşerojeke ku li ser bingeha hezkirin û aştiyê li tevahî Bakurê Sûriyeyê ava bikin.   Paşê rêziknamaya komîn û meclisên herêmî, ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Efrînê Hêvî Mistefa ve hate xwendin.   Di civînê de, ji bo hilbijartina hevserokên meclîsa herêma Efrînê, hilbijartin pêk hatin, di encamê de Sultana Tahir Hemûdî û Ehmed Mehmûd Silêman bûne hevserokên meclîsa herêma Efrînê û Mustefa Kemal Hemûş û Heyat Siqûr weke cîgirên wan hatin hilbijartin.