Sûad Mustefa: Divê hemû jin pergala Îmraliyê parçe bikin 2018-01-04 09:26:34   Rûken Goman    DÊRIK - Dayika berxwedêr a bi navê Sûad Mustefa diyar kir ku bi dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê rastiya xwe nas kiriye û wiha got: "Naskirina kesayeta qehreman Rêber Apo  lêgerîna rastî û heqîqeta mirovahiyê bi me re da avakirin. Divê em jin layiqî ramanê azad ê Rêber Apo bin û pergala Îmraliyê parçe bikin."      Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe mafên jinan parast. Dayika Sûad a bi temenê xwe 60 salî ye Abdullah Ocalan di sala 1992'an de li paytexta Lubnanê Beyrûtê, li Akademiya Mahsûm Korkmaz dîtiye. Ji wê rojê ve dayika Sûad soza berdewamiya azadiyê ya bi Abdullah Ocalan re dabû û vê sozê heta vê kêliyê pêk tîne. Dayika Sûad hest û bîranînên xwe yên wê demê jî wiha rave kir.    Dayika bi navê Sûad Mustefa wiha behsa xwe ya nasîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir: "Min di sala 1982'an de piştî şehadeta heval Mezlûm Dogan, Rêber Apo nas kir. Naskirina min a Partiya Karkerên Kurdistanê û naskirina felsefeya  Rêber Apo ji bo min vejîn bû, vê felsefeyê hebûneke nû di nava gel û mirovahiyê de da avakirin û pêvajoyeke dîrokî da ferzkirin. Gel ji Rêber Apo û ji tekoşîna wî  hez kir ku heqîqeta me bi me da nasîn, bi taybet rastiya jiyanê bi me da nasîn. Ev jî bû sedema girêdaneke mayinde."   'Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyan israra xwe ya azadî û aştiyê didomîne'   Dayika Sûad di berdewamiya axaftina xwe de bal kişans  ser têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Rêber Apo li hember hemû astengiyan israra xwe ya azadî û aşîtiyê didomîne. Felsefeya Rêbertî li ser xeta  şoreşê û li ser şîrovekirina rewşa bindestiya gelê Kurd  hêz, moral û dîtina rastiyê bi xwe re anî. Ji bo wê îro ji me re bûye rêya rastiyê. Em çiqas behsa Rêber Apo û qehremaniya wî bikin, axaftin têrê nake. Rêber Apo rastiya jinê jî pê da nasîn, jina ku bi hezar salan di bin desthilatdariyê de dijiya, bi saya vê felsefeyê îro şoreşê ava dike û destkeftiyên mezin qezenc dike."   'Dema min Abdullah Ocalan hembêz kir barekî giran ê şoreşê kete ser milê min'   Dayika Sûad bîranînên xwe yên bi Abdullah Ocalan re wekî kêliyên ku nayên jibîrkirin binav kir û wiha pê de çû: "Min yekem car Rêber Apo di 15'ê Tebaxê de li paytexta Lubnanê li Beyrûtê dît. Min ew li Akademiya Mehsûm Korkmaz dît. Yekem gotina ku Rêber Apo ji me re got ev bû 'Dibe bi hezaran mirov li vir kom bûne, lê mixabin em di bin desthildatdariyê de  ne, eger ev milet niha li ser axeke azad bûna, wê 15'ê tebaxê hîn xweştir û geştir bibûya. Her cihê ku tê azadkirin bi xwîna lehengan tê azadkirin, em ê jî li ser axeke azad bijîn û Kurdistana rengîn ava bikin. Hîn jî Gelê Kurd bindest e, divê em ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê bidin meşandin, azadî û demokrasiyê bi wan bidin nasîn. Azadkirina gelê bindest armanc û helwesta me ye, yekîtiya netewan jî bingeha serkeftinê ye.' Ev gotinên Rêber Apo heta niha di dil û mejiyê min de ne. Dema min û Rêber Apo silav da hev, Rêber Apo ji min pirs kir 'Tu çi dixwazî'. Min got ez dixwazim heta dawiyê li pey vê rêçê bim û li pey doza Kurd û Kurdistanê bimeşim. Wê  demê min fam kir ku barê giran ê şoreşê dikeve ser milê min jî. Jixwe em niha di şoreşê de ne, divê em di xeta Rêber Apo de xwe birêxistin bikin û ji perspektîfên wî sûdê werbigirin."   'Jin milkê xwe ye'   Her wiha Dayika Sûad têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo jinan wiha anî ziman: "Rêber Apo di hevdîtin û civînên bi me re her dem behsa azadiya jinê dikir, ango divê jin çiqas berxwedanê bike û xwedî li xwe derkeve. Her wiha bal kişand ser serdestriya mêr ê ku jinê weke milkê xwe dibîne. Rêbertî dibêje 'Jin milkê xwe ye'. Encax jin û mêr bi hev re fikrekî azad û karekî azad bidin meşandin. Jina qehreman bi sekna xwe li hember hemû cûreyên desthilatdariyê xwe îfade dike û wê her dem dildara azadiyê be heta ku tevahî jin azad bibin. Em jî weke jin li ser vê felsefe û ferasetê têkoşînê didin meşandin, bi taybet şoreşa Rojava ya ku bi navê şoreşa jinê hatiye nasîn, vê yekê îsbat dike. Her wiha Rêbertî bal dikişand ser şehîdan û digot: 'Dema şehîdên me çêdibin, hebûna me jî çêdibe, encax bi xwîna şehîdan em dikarin welatekî azad ava bikin'. Ji bo wê divê em jî layîqî van şehîdan bin û layîqî vê felsefeyê bin."   Dayika Sûad herî dawî wiha bang li jinan kir: "Jinên ku dixwazin perdeya tarîtiyê ji pêşiya xwe rakin û jiyaneke azad bijîn, divê layiqî ramanê azad ê Rêber Apo bin. Bang li hemû jinan dikim ku li Rêber Apo xwedî derkevin û pergala Îmraliyê parçe bikin."