Navendên Lêkolînê ya Jîneolojiyê li heqîqeta jinan a veşarî maye digerin! 2018-01-04 09:02:41   Devrîm Arjîn Amed   QAMIŞLO - Navendên Lêkolînê yên Jîneolojiyê ku di her qada jiyanê de li zanînên jinan digerin û bi van zanînan re dikin armanc ku sosyolojiya azadiyê  ava bikin, li heqîqeta veşarî ya jinan jî digerin. Navendên li Efrîn, Dêrik û Minbîcê xebatan dimeşînin, di hemû aliyan de zanîna jinê nîqaş dikin. Endama Akademiya Jîneolojiyê Zîlan Su derbarê mijarê de agahî da û got: “Em biçin ku derê  navê jîneolojiyê sînerjiyek afirandî ye. Ev jî me kêfxweş dike.”   Li Mezopotamyaya Jorîn a di navbera Dîcle û Firatê de tovên jiyana nû hatin avêtin. Li Serêkaniyê li herêma Tel Halaf yekem şoreşa jinê pêk hat. Vê şoreşê wek şoreşa gund û çandiniyê an jî Şoreşa Neolotîk derbasî qeydên dîrokê bû. Niha li ser vê axê Şoreşa Jinê ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî.   Ji qada parastina cewherî bigire heta qada edaletê, ji qada aboriyê bigire heta siyasetê di her qada jiyanê de ji bo avakirina pergal û teoriyek jiyana azad, li qada Bakûrê Sûriyeyê Navendên Lêkolîna Jîneolojiyê hatin avakirin û armanc dike ku heqîqeta veşarî ya jinê derxin holê. Navendên Jîneolojiyê li Efrîn û Dêrikê hatin avakirin û li Mînbicê jî wê di van rojan de bê vekirin.   Li ser agahdarkirina civakê disekinin   Endama Akademiya Jîneolojiyê Zîlan Su diyar kir ku cudahiya jîneolojiyê ya ji zanista serdest ev e ku jîneolojî ji jiyan, civak, jin û xwezayê xwedî dibe. Zîlanê diyar kir ku Jîneolojî wek akademî rêxistinbûnê esas digire û got: “Em armanc dikin ku Akademiya Jîneolojiya Rojhilata Navîn, li dilê Şoreşa Jinan a Rojava û hêviya Cîhanê, Kobanê  bikin. Ji bo me modelek xurt derxistin holê em girîngiyê didin xebatên binesaziyê. Akademî modela perwerdeya jiyana giştî ya pergala konfederal a demokratîk in.”   Li ser veguherîna zîhniyet disekinin!   Zîlanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pergala modernîteya kapîtalîst ku di bin kontrola serdest a mêr de ye, li gorî zayend, temen, perwerde û baweriyê cudakirin tê kirin. Lê di pergala akademiyan de ne wisa ye. Ji bo zanînên civakê bên lêkolînkirin, derkevin holê û bên parvekirin navendên lêkolînê yên girêdayî akademiyê hatine avakirin. Navend li Efrîn û Dêrikê hatin avakirin û di rojên pêş  de wê li Minbiçê jî bên vekirin. Di esasa jinê de wê lis er guherîna zîhniyet û hewcedariya civakê bê sekinandin.”   Li Dêrikê daneyên analîzên sosyolojîk tên nirxandin   Zîlanê wiha pê de çû: “Li navendan xebatên semîner û atolyeyan jî tê meşandin. Li 9 eyaletên Cizîrê komên xebat û lêkolînê hene. Ev kom daneyên xwe ji Navenda Lêkolîna Dêrikê re radighînin. Li Navenda Dêrikê li ser aborî, edalet û perwerdeyê xebatên atolyeyê yên mehekê hatin meşandin. Me di atolyeyan de tecrubeyên jinan, zehmetiyên di xebatan de hatine jiyîn parve kir. Qeydên deng ên hatin berhevkirin hatin guhdarkirin. Di mijara sedemên zewacên zarokan de û rêbazên çareseriyê de xebatên me hene.”   Rihê jinê yê Efrînê…   Zîlanê destnîşan kir ku li Efrînê xwe gîhandine gelek daneyan û ji mîmariya jinê bigire heta şifa destên jinan xwe gîhandine gelek agahiyan û ji xebatên li wir gelek zû encam girtine.   Li Minbiçê jî daneyên dewlemend û xurt   Zîlanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Minbiçê jî heman xebat hatine meşandin û  jinên Ereb eleqeyek mezin nîşan dane û vê jî hêz û moral daye. Zîlanê diyar kir ku armanca wan ev e ku di lêkolînên xwe de xwe bigihînin zanînên dîrokî yên civaka polîtîk, nirxên çanda herêmî û di vê esasê de bi perwerdeya, semîner û atolyeyan vê pêk bînin.   Zîlanê wiha berdewam kir: “Di dema pêş de em armanc dikin ku komên xebatê ku perwerde, tenduristî, siyaset, dîplomasî, aborî, arkeolojî heye, ava bikin û perspektîfên van qadan ava bikin. Dîsa em ê ji bo  mamosteyên xwe yên dersa jîneolojiyê didin dewreyên perwerdeyê pêk bînin. Di serî de projeya gundê Jinwar, me di gelek projeyan de jî cih girt.”