Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî 2018-01-03 14:12:40   ŞIRNEX - Dadgehê li Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" 21 meh cezayê girtîgehê birî û taloq kir.    3'yemîn danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk a bi îdîaya "Heqeret li Serokomar kiriye" li Dadgeha Cezayê Eslî ya Şirnexê hat dîtin.     Ceza zêde kir   Leyla û parêzerê xwe başdarî dozê bûn. Şandeya Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Leylayê birî. Dadgehê diyar kir ku Leylayê bi awayekî vekirî ev sûc kiriye û ji ber vê yekê cezayê girtîgehê derxist salek û 9 mehan. Dadgehê, rewşa Leylayê ya demên derbas bûyî, civakî û ji bo bandora ceza  li ser neke ceza taloq kir. Parêzerên Leylayê ji bo îtîrazê dê serî li Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê bidin.