RJAK: Serhildana di pêşengiya jinê de wê rejîmê hilweşîne 2018-01-03 13:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK'ê derbarê çalakiyên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ku di roja 7'emîn de berdewam dikin daxuyanî da û got; "Serhildana di pêşengiya jinê de hat lidarxistin wê bigihîje armanca xwe."   Tevgera Jinê ya Rojhilatê Kurdistanê (RJAK) derbarê çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di roja 7'emîn de bardewam dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand. RJAK'ê çalakiyên ku di pêşengiya jinê de berfireh dibin silva kirin û di daxuyaniya xwe de wiha got: Em pêşengiya jinê ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê silva dikin. Wê serhildana di pêşengiya jinê de bi ser keve û wê bi xwe re veguhertina demokratîk û pêşektinên girîng bîne.  Serhildanên ku bi pêşengiya jinê tên kirin di nava civakê de wê bibe sedema avakirina îradeyê."    'Wê tola we bê hilanîn'   RJAK'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de aşkera kir ku di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn jinan li Kobanê, Reqa û Şengalê rola xwe lîstin û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: " Di pêşengiya jinan de faşîzm û dîktatorî têk çûn. Li rojhilatê Kurdistan û li Îranê jî wê bi pêşengiya jinan rejîm bê hilweşandin û wê tola jinên li Zindanê, ciwan û girtiyên siyasî bê hildan."