Komîteya Perwedeyê ji bo Hevserokên Komînan dest bi perwerdeyê kir 2018-01-03 12:50:01   QAMIŞLO - Ji bo Hevserokên jin ên Komînan Komîteya perwerdeyê ya Kongra Star li Mala Gel a Taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê perwedeyek dest pê kir.   Li Mala Gel a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê Komîteya Perwedeyê ya Kongra Star bi armanca pêşxistin û çalakkirina rola jinê ji bo 30 hevserokên jin ên komînên taxa Xerbî û Hilêlîyê perwerdeyek dest pê kir. Perwerdeya bi navê Şehîd Viyan Soran wê her roj ji saet 8'ê sibehê heta 2'ê piştî nîvro dewam bike. Wê perwerde 10 rojan dewam bike. Di nav perwedeyê de dê dersên îdeolojî û fikir werin dayîn.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Komîteya Perwerdeyê Agirî Ismayiş axivî û behsa girîngiya perwerdeyê û armancên wê kir.    Dersa yekemîn ji aliyê Sewsen Abdullah û li ser girîngiya perwerdeyê hat dayin. Dê perwedeyê heta 12'ê Çileyê berdewam bike.