Ji xizmên girtiyan li dijî cilên yekreng banga têkoşîna hevpar 2018-01-03 09:10:43   Şehrîban Aslan   AMED - Xizma girtî ya Feryaz Akşahîn bertek nîşanî pêkanîna yek cilên yekreng da û bang li hemû xizmên girtiyan kir ku li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ bi awayekî hevpar têbikoşin.   Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ ya hikûmeta AKP’ê ferz dike, zêde dibin. Feryaz Akşahîn ku xizma girtiyekê ye diyar kir ku divê hemû xizmên girtiyan bi awayekî hevpar tevbigerin û her wiha hişyariya girtiyan a ‘em ê cilan biqetînin’ jî bibîrxist û wiha got: “Kurê min got ‘em li xwe nakin û em ê têbikoşin, hûn jî li derve têbikoşin’. Ger ew qebûl nekin em jî nakin. Zarokên me bê sûc in. Dewlet cilên yekreng li ser girtiyan ferz dike loma dê encamên ne baş derkevin holê. Ji her encama derkeve holê ew berpirs in.”   Îşkence didome   Ferzayê bi lêv kir ku ferzkirina ‘cilên yekreng’ îşkence ye û bi hezaran ciwan bi awayekî kêfî tên girtin û wiha pê de çû: “Birayê min 9 meh berê ji malê girtin û bi îşkenceyê birin girtîgeha Elezîzê. Bi îşkenceyê parsuyê wî şikandin. Birine gola Hazarê û kirine ava cemidî. Her cureyê îşkenceyê lê kirine. Dema min birayê xwe dît min nas nekir. Nebirin nexweşxaneyê jî. Hebên êşbirê ji xwe re ji kantînê girtibû. Ne tenê birayê min hemû girtî li wir rastî îşkenceyê tên. Divê her kes deng bide vê yekê. Divê em dengê zarokên xwe bidin bihîstin.”   Feryazê  di berdewamiyê de destnîşan kir ku hikumet dixwaze bi ferzkirina cilê yekreng Kurdan û aliyên demokratîk teslîm bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin wê Kurdan biqedînin. Lê Kurd tu car naqede. Hûn yekê bibin wê 20 bên. Niha berê xwe didin goristanan. Hestiyên zarokên me ji goristanan derdixin.  Kîjan wijdan kîjan ol vê qebûl dike. Niha jî cilên yekreng derdixin holê. Em ê tu car destûrê nedin vê û li pişt zarokên xwe bin.”   Feryazê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çi ji destên wan bê wê bikin û tu car wan tenê nahêlin.