Kongra Star ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan semîner li dar xist 2018-01-02 16:48:53   TIL TEMIR - Rêxistina Kongra Star bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan semînerek li dar xist.    Çalakiyên Kongra Star ên derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojava û li Bakurê Sûriyeyê didome. Kongra Star li bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Girêdayî Cizîrê li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan semîner li dar xist. Bi dehan jinên kurd, ereb, suryan beşdarî semînerê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.    Endama Kongra Star Berfîn Ehmed belgeyên ku tê de behsa jiyana Abdullah Ocalan dikin bi zimanê kurdî xwend. Di heman demê de belgeya ku bi zimanê erebî jî hatibû wergerkirin ji aliyê Endama Kongra Star Hayîstan Xelef ve hat xwendin.    Di belgeyan de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan azadiya jinê û demokrasiyê dixwaze. Dema ku jin azad nebe civak jî tu car azad nabe. Çimkî jin bingeha civakê û rêvebirina wê ye.    Piştî xwendina belgeyan sinevizyon a li ser jiyana Abdullah Ocalan hat temaşekirin.   Semîner bi dirûşmên" Bijî Serok Apo", Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.