Zarokên Şengalê di bin konan de barana zivistanê pêşwazî kirin 2018-01-02 16:20:19   Ehlam Hecî    ŞENGAL - Demsala zivistanê ji bo kesên ku derfetên wan ên aborî kêm be gelek zehmet derbas dibe. Li Çiyayê Şengalê jî hinek malbat hîn di nava konan de dijîn û bi zordariyên sermayê re rû bi rû dimînin.    Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin gelek kes kuştin, revandin, firotin, malên wan talan kirin. Loma gelek kes ji mafên xwe yên jiyanê yên herî rewa bêpar man û mecbûr man ku li Çiyayên Şengalê û di nava konan de bijîn. Di demsala zivistanê de gelek zarokan jî di nava konan de baran û seqem pêşwazî kirin.     Gelek malbatên ku di şerê DAÎŞ'ê de mecbûr man ku koç bikin li Çiyayê Şengalê û di nava konan de têkoşîna jiyanê dikin. Gelek zarokan jî bi cilên havînê baran û seqema zivistanê pêşwazî kirin.