Jinên Sûrê: Keda destên me li ber çavên me hildiweşînin 2018-01-02 09:02:19   Rojda Aydin   AMED - Her ku roj diçe kîn û nefreta gelê taxa Alîpaşa û Lalebeyê mezin dibe. Malbetên li taxên Sûrê dijîn gotin ku xaniyên bi keda destên xwe çêkirine tên hilweşandin.   Li Sûrê di 24’ê Gûlanê de biryara hilweşîna taxên Alîpaşa û Lalabeyê hat dayîn. Di taxan de ji nêvî zêdetir xanî hatine hilweşandin û otelên butîk tên avakirin. Malbatên ku li van taxan dijîn her ku roj diçe kîn û nefreta wan mezin dibe. Malbatan anîn ziman ku xaniyên bi keda destên xwe çêkirine tên hilweşandin.   Jina bi navê Zerîfe Garbun(38) ku li taxa Alîpaşayê dijiya piştî ku bi darê zorê ji malê derxistine û xaniyên wê hilweşandine niha di xaniyn kirê de dijî. Zarîfeyê wiha bahsa xwe kir:  “Ez li  Sûrê rûdiniştim û mala min jî li taxa Elîpaşayê bû. Em li malê 10 kes bûn û em bi tehdîtan ji xaniyên me derxistin û hilweşandin. Li vê taxê kesên rewşa wan a aborî ne baş bû dijiyan. Lê belê dewletê nehîşt û bi zorê gel ji taxê derxist. Her wiha hevjînê min jî nexweş e.  Piştî ku xaniyên me hatin hilweşandin em ji wir derketin û nezî taxê me  ji xwe re maleke din kirê kir. Lê belê dewletê li wir jî rehetî neda me. Me niha dîsa di nava Sûrê de ji xwe re xanî kirê kir û jiyana xwe berdewam dikin. Ez ê hetanî mirinê ji Sûrê dernekevim.”   ‘Em nahêlin ku keda me li ber çavên me hilweşînin’   Jina bi navê Safiye Kizilay (40) jî anî ziman ku ew bi darê zorê ji malên wan derdixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin ku ji taxa xwe û ji Sûrê derkevin. Ev xaniyên ku hatin hiweşandin bi keda me hatibûn çêkirin. Xaniyên ku mane jî dixwazin hilweşînin. Lê em nahêlin ku keda me li ber çavên me hilweşînin. Çi dikin bila bikin em ê ji Sûrê dernekevin û têbikoşîna xwe berdewam bikin.”   Xedî li bîranînên xwe derdikeve   Herî dawî jî jina bin navê Fatma Beytekîn(50) dayika 4 zarokan e got ku li taxa Alîpaşayê, li mala ku dijî ji dayik bûye, beriya ku dayika wê jiyana xwe ji dest bide xanî li ser navê wê bûye. Lê belê piştî ku dayika wê jiya xwe dest da ye Fatma, xwişk û birayên ve ji bo xwedî li bîranîna dayika xwe derkevin niha bi hev re li vê malê dijîn. Fatma ya ku 50 sal e li taxa Alîpaşayê jiyana xwe didomîne ji ber tehdîdên dewledê neçar maye ku dev ji mala xwe berde.   ‘Em ê ji vir û şûnde çi bikin?’   Fatma bi lêv kir ku dewlet dixwaze wan bi darê zorê ji mala wan derbixe û wiha got: “Ji ber zextan êdî em neçarin ji vê malê derkevin. Lê belê em naxwazin ku ked û bîranîna dayika me were hilweşandin. Polîs ji min re dibêjin ku mala we hatiye cemawerîkirin û hûn ê ji vir derkevin. Lê belê tapû di destê min de ye, çawa mala me hatiye cemawerîkirin. Li vir me tehdît dikin em ê di vê meha zivistane de herin ku derê? Me bi zorê ji vir derdixin. Lê belê em naxwazin ku ji taxa û mala xwe derkevin. Em ê ji vir şûnda çawa bikin?”