‘Ji bilî bilindkirina têkoşînê şansê me tine’ 2018-01-01 10:20:17   Medîne Mamedoglu   ŞIRNEX-Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî  diyar kir ku divê li dijî kuştinên jinan têkoşîn û rêxistin bê mezinkirin û gotin ji bilî vê şansekî din tine ye.   Li Tirkiyeya ku hema hema her roj 5 jin tên qetilkirin, daraza bi hiqûqa mêr-dewletê dimeşe jî di bin navê ‘rewşa baş’, ‘tehrîka bêmaf’ de cezayên mêran dadixin û cesaretê didin mêran.  Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî  diyar kir ku divê li dijî kuştinên jinan rêxistin û têkoşîn bê mezinkirin û ji bilî vê jî şansekî din tine.   Jin hedef hatin girtin   Fîgenê daxuyakirin ku paşeroja dîroka polîtîkayên dijiminê jinê heye û wiha pê de çû: “Di dema OHAL’ê de ev êrîşên li ser jinan zêde bûn. Hemû qezencên jinan bi OHAL’ê re hedef hatin girtin.  Piştî girtina saziyên jinan cihekî bi ewle yê jin biçe nema. di vê rewşê de kuştinên jinan, şîdet û êrîşên zayendî zêde bûn.”   Fîgenê bi lêv kir ku wek êrîşên zayendî kuştinên jinan jî ji aliyê dewletê ve tên rewakirin û balkişand ser rola darazê û got wê li dijî polîtîkaya şîdeta sîstematîk heta dawî têbikoşin.