Dayik ji dû rve li goristanê dinêrin û digirîn 2018-01-01 10:15:15   MÊRDÎN-Li Nisêbînê ev du sale goristana Heceza ya cenazeyên YPS-YPS-Jin û YJA Star û HPG’î lê ne bi hinceta qedexeyê nayê çêkirin. Dayikên nikarin nêzî goristanê bibin ji dûrve dilorînin.   Di sala dawî de hinceta pevçûn hene goristana endamên YPS-YPS-Jin û YJA Star û HPG’î lê ne tê wêrankirin. Li Nisêbîna Mêrdînê jî rewş heman e.  Goristana Hececa ev saleke qedexe kirine. Ev du sale bi hinceta qedexeye nahêlin malbat biçin ser gorên zarokên xwe.  Goristana li taxa Zeynel Abîdîne bi mobese û wesayîtên zirxî tê temaşekirin.   Welatiyên dixwazin goristanê ziyret bikin rastî tacîz û heqeretên polîan tên û diyar dikin ku her carê de polîs ji wan re dibêjin ji vir dur bikevin. Welatiyek ku naxwest navê xwe bide bi lêv kir ku di rojên borî de dayikên hewl dane ji ser têlan biçin goristanê rastî derb û heqeretên polîsan hatine.   ‘Ez nikarim nêzî gora kurê xwe bibim’   Dayikekê wiha got: “Berê ji ber qedexe hebû em ji nav têlan dihatin vir. Ez niha her roj têm lê ji dûr ve temaşe dikim. Di rojên borî de polîs hatin em ji goristanê der kirin. Em bi hesret li gorên zarokê xwe temaşe dikin. “   ‘Ez bi wan serbilindim’   Dayikê diyar kir ku ji aliyê polîsan ve rastî tehdîda ‘hun carek din neyên vir, hunê carek din vir nebînin’ û got: “Ji miriyên me jî ditirsin. Ez bi zarokê xwe û hevalên wî serbilindim.”