Selma Gurkan:KHK ne hinceta tirsê ya têkoşînê ye 2018-01-01 10:05:07   ENQERE- Di KHK’a hejmar 696 a ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat derxistin de pêkanîna ‘kincê yek reng’ û zirxa darazê ya ji bo hêzên paramîlîter ku hat anîn cih girtibû. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan wiha got: “AKP'ê hemû derî girtine. KHK ne hinceta tirsê ya têkoşînê ye.”   Hikûmeta AKP’ê di 24’ê Kanûnê de KHK’a hejmar 696 derxist û bi vê re jî pêkanîna ‘kincê yek reng' derxist.  Der barê mijarê de seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan diyar kir ku divê hêzên demokratîk û partiyên siyasî li dijî pêkanîna ‘kincê yek reng’  bibin yek û li dijî KHK’yan têbikoşin.   Selmayê daxuyakirin ku AKP bi israre welat bi OHAL û KHK’yan bi rêve bibe û bi KHK’a dawî re rejîma xwe ya hiqûqî xistiye bin ewlehiya qanûnî û got: “Pêkanîna kincê yek reng ji dema AKP’ê de nehatiye. Berê di darbeya 12’ê îlonê de jî pêk hatiye. AKP ya ji paşerojê ders dernexistiye di heman rêde dimeşe. Lê wê ev pêkanîna AKP’ê jî ji nûve şûnde bê kişandin.”   ‘AKP naxwaze deriyê vekirî bihêle’   Selmayê der barê xala 121’emîn ya zirxa darazê ya ji bo hêzên paramîlîter aniye nirxand û diyar kir ku bi xala mijara gotinê ye ewil sûcên di 15’ê Tîrmehê de hatine kirin hewl dane ji berpirsyariya cezayî derbixin. Selmayê wiha got: “Sererastkirina mijara gotinê ye bi awayekî aşkera banga şerê navxweyî ye.AKP’ê hewl da mîlîsên xwe berê jî bike nav tevgerê. Di berxwedan Geziyê de, piştevaniya Kobanê de ceriband.AKP naxwaze deriyekî vekirî bihêle.”   Selmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev pêkanîn ne hinceta tirsê ya têkoşînê ye û wê gel vê pêşveçûnê rawestîne.