Fermanda YPJ’ê Newroz: Şerê jinan gelan tîne cem hev 2018-01-01 10:00:44   Devrîm Amed-Zeynep Kizilirmak   DÊRAZOR- Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir ku YPJ ya ku veguheriye rêxistina parastina jinên ji hemû gelên Bakurê Sûriyeyê, ji bo hemû jinên li herêmê bûye misogeriya azadiyê.  Newrozê wiha got: “Em îro tenê ji bo azadiya jinên Rojavayê Kurdistanê tênakoşin. Em ji bo hemû jinên cîhanê mîratene.”   YPJ wek hêza jinan li hemû cîhanê bi eleqeyek mezin tê şopandin.  YPJ ya li herêmê her ku diçe dibe hêza parastina jinê û ji her gelî jin xwedî li YPJ’ê derdikeve. Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehemet wateya YPJ’ê ya ji bo hemû jinên cîhanê nirxand.   ‘Em ji bo parastina hemû jinan amade ne’   Newrozê daxuyakirin ku YPJ ya li ser mîrateya tevgera jinên Kurd hatiye avakirin her diçe veguhere yekitiya jinên enternasyonal û wiha pê de çû: “Ji roja avabûna YPJ’ê heta niha me ji gelên din piştgiriyek mezin dît. Li Rojavayê Kurdistanê hîmê wê hat avêtin lê parastina jinê êdî  ji bo hemû Sûriyeyê bû model. Ev jî bi têkoşîna YPJ’ê bû. Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha jinan zirarek mezin dît. Me YPJ’ê jî mafên jinan û civakê parast.”   ‘Li ser jinên Ereb bandorek mezin çêbû’   Newrozê bi lêv kir ku ji bo gelê Ereb bandora mezin bû û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd di çarçoveya neteweya demokratîk de bi parastina cewherî xwe parast. Bi jinên Ereb re ev dereng hat destpêkirin. Ev jî bû sedem ku jin ji şer zêdetir zirarê bibînin.”   ‘YPJ ji bo zîhniyeta mêtînger bû bersiv’   Newrozê axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêka azadiya jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe de: “Pergala mêtînger bi kolekirina jinê xwe heyî dike. pergala xwe li ser qirkirina jinê dimeşîne. Ji ber vê şoreşa Rojava li dijî mêtîngeriyê serî hilda û ev jî bi tevlîbûna jinê da destpêkirin. Vê bandora xwe li Rojhilata Navîn kir.  Ji roja me destpêkiriye heta niha me artêşa jinê rêxistin kir. Mezinbûna YPJ’ê ji bo hemû jinên cîhanê bû model.”   ‘Em li dijî kesên jiyanê dikujin mezin dibin’   Newrozê destnîşan kir ku ji Rojhilata navîn û cîhanê gelek jin tevlî YPJ’ê bûne û got: “Ji welatên cuda jin tevlî YPJ’ê bûn. Li dijî kuştina jiyanê jinan xwest şer bike û bi hêza xwe xwestin pergalek nû bê vakirin. DAIŞ’ê hemû mirovahî tehdîd dikir.  Herî zêde êrîşê jinan dikir.  YPJ’ê xwe di hucreyên civakê de rêxistin kir. Şoreşa Rojava jin pêş xist.”   Ji çarşefên reş berbi azadiyê ve…   Newrozê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi rizgarkirina Reqa, Tebqa, Mînbîç û Dêrezorê re jinan YPJ pêşwazî kir. Jinan bi hêrs çarşefênx we avêtin û vê jî nîşan dida ku çiqas bêrî azadiyê kirine. Em îro tenê ji bo jinên Rojava tênakoşin. Em ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin. Em bi vê hişmendiyê konferansan pêk tînin.    ‘Sozdar, Şevîn, Koçerîn, Bengîn, Nalîn…’   Em bi xeyalên şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane dimeşin. Sozdar, Şevîn, Koçerîn, Bengîn, Nalîn… mîmarê serkeftina me hevalên me yên şehîd ketine. Ev têkoşîn bis aya wan pêk hatiye.”   Newrozê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Bakurê Sûriyeyê pergalek pêngav bi pêngav hatiye hûnandin û jinan bi hêza ji YPJ’ê girtine tevlî vê pergalê bûne û şerê jinan hemû netew aniye cem hev. Em bandli jinan dikin ku hemû jin di têkoşîna parastinê de cih bigirin û vê têkoşînê mezin bikin.”