Jin bi hêza xwe wê axa xwe bi parêze 2018-01-01 09:02:31   Endamên HPC jinê  derbarê rola jinê di parstinê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   EFRÎN-Hêzên Endamên Hêzên Parastina Civakê (HPC) jinê derbarê rola jinê di parstinê de û êrîşên li ser herêma Efrînê pêktên nerînên xwe anîn ziman û gotin" Bi hemû hêz û îradeya xwe li ser xeta şehîdan û felsefiya Rêber Apo em ê li himber hemû cureyên dagirkeriyê bisekinin."   'Hêza parstina Civakî girng e'   Yek ji rêveberên HPC jinê  ya Herêma Efrînê Zekiya Fadil Sîdo anî ziman ku rola jinê serke û pir giring e di parstinê de û wiha domand: "Jin hêza parastinê û avakirinê ya li himberî hemû cureyên erîşan xwe amede dike ye. Hêza civakî pêdiviya wê bi demê  heye.  wek jin heta ku hêzên dagirker, desthildar hebin pêwestiya parastinê gelek girng e.   Zekiya êrîşên dewleta tirkên  li ser xaka Efrînê jî bi bîr xistin û got: " Wek jinên herêma Efrînê xeteriye mezin  li ser me heye. Erdogan û çeteyên xwe bi hemû  hovîtiya xwe êrîşî gel û malên kurdan dikin. Li dijî van êrîşan û lîstikên qirêj em ê xwe bi parêzin û parstina gelê xwe bikin."    'Em ji tehdidên Erdogan na tirsin'   Zekiya diyar kir ku ew ji tehdîdên Erdogan natisin,  gelê kurd gelekî xwedî bawerî ye û ev tişt  got:" Ger hêza me ji tehdîd, dagirkerî, êrîşan tirsiyabûna wê dest bi berxwedan û şoreşê nekirana. Bi hezaran jin di çerperên şer de parasatina gelan dikin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê berxwedanê bikin û nahêlin ku dijmin derbasî Kantona Efîrnê bibê. Ji ber ku em xwedi fikir,birdoziyeke ku mirovahîyê diparêze ne."   'Em ê berxwedanek mezin nîşan bidin'   Edndama HPC Jinê ya 50 salî Sînem Ehmed Şêxo jî bi van gotinan girngiya parstinê anî ziman: " Li gorî rewş û xebatê em belav dibin û parstinê dikin, nava bajar rojane tê kontrol kirin. Em hişiyarin ji bo parstina zarokan, jinan Û gel bikin. Ji ber em dizanin çi pîlanên qirêj li ser axa Efrînê hene."   Sînem diyar kir ku ew tu carî axa xwe ji dijmin re bernadin û wiha got: " Çi werê xwestin ji bo parastina Efrînê em ê bikin, felsefiya Rêber Apo di mêjî û canê me de hatiye çandin, temenê min mezine lê bi bawerî û hêza ku me ji Rêber Apo girtiye ez berxwedana xwe her roj ji bo parstina gelê xwe bilind dikim li kêleka şervanên YPJ/YPG'e. Di riya şehîdan de û Rêber Apo de vê diktatoriya Erdogan qebûl nakim û   em ê berxwedanek mezin nîşan bidin."   'Amadekariyên me hene'   Di heman demê de endama rêveberiya HPC  jinê Raniya Bilal axivî, giringiya perwerdê anî ziman û got: " Em hemû jinan perwerde dikin, ji bo ku carek din em êşekê wek êşa Şengalê nejîn.  Li himberî êrîşên li ser me tên kirin her amadekariyên me hene."