Encamên Komcivîna Şêwera Neteweyî ya Jinan aşkera bû 2017-12-31 17:01:27   NAVENDA NUÇEYAN- 1'Yekmîn Komcivîna Şêwira Neteweyî ya Jinên Rojava bi encam bû   Di 22'yê kanonê 2017'an de li Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê Yekmîn Komcivîna Şêwira Neteweyî ya Jinên Rojava bi durûşmeya "Yekîtiya jinên kurd misogeriya yekîtiya neteweya kurde" hat lidarxistin. Komcivîn bi tevlibûna Kongira Star, Partiyên sîyasî yên hevbendî,  Çepgirên Demokratîk û Tevgere Civaka Demokratîk (TEV-DEM),  YPJ û  hin partiyên sîyasî, Saziyên civaka sevîl û hin mêvanên ji başûrê Kurdisatne hat lidarxistin.   Di komcivînê de bi rengekî berferh li ser rewşa jinê di milê sîyasî civakî, leşgerî huquqî, nîqaş hatin pêşxistin. Di encama nîqaşan de girîngiya yekîtiya netweyî derket pêş û wiha hat gotin: "Ji ber ku wek neteweya kurd em rastî sîyaseta qirkirina çandî tên, xeterî her roj mezin dibe. zihîniyeta netew dewletê bi rengekî pêlankirî êrişî destkeftiyên gelê kurd dikê. Li çar perçên Kurdistanê gelê kurd li dijî vê zihniyetê berxwedana hebuna xwe dide. Di vê pêvajoye de tene yekîtiya neteweyî wê pêşeroja gelê kurd di aliye sîyasî çandî de misoger bikê."    Di ancama nîqaşên berferh de biryarên hevbeş yen hatin girtin wiha ne:    1ji bo  jinên kurd  sêyemîn konferansa netewî ya jin pêk bîne,di demeke nez deji  tevahî  rêxistinên jinên  kurd re,  em bang dikin da ku berpirsyartiyê  xwe yên  dîrokî  bi  hweldanekî bilind  pêk  bîne.   2- Divê di konferansa  neteweyî  ya jinê de kordînasyoneke hevbeş ya kurd li ser asta Kurdistanê û derveyê welat were avakirin, ji bo ku sîstema wê ya rêxistinî bi hemû komîteyên xwe bibe lêvegera ji bo pirsgirêkên hemû jinan.   3-Pîvan û prensîbên sitratejîk yên bingehîn yên xweseriya jin werin diyar kirin.   4- Jibo bilind kirina asta jina kurd di hemû waran de (siyasî -civakî - aborî - çandî- parastin) zanista jin (jinolojî) were esasgirtin akademiyên taybet yên jinan werin vekirin.   5- Sîstema hevserokatî bibe çandek  û modêlek  ji hemû rêxistin û xebatên giştî re.   6-Pîvan û pirensîbên huqûqî yên jinê li Rojava bibin armanc û bingeha parastina mafên jinê li her çar perçên kurdistanê.   7- Hevpeymanên navnetewî yên di derbarê parastina jinê de bingeh werin girtin.   8-  piştgirî ji rêxistin û saziyên jin yên herêmî re û pêşxistina  têkilî bi  rêxistinên  cîhanî yên ku li ser bingehê zanista jin û civakê kar didin meşandin.   9-  Çalak kirina rola jinê ji milê aborî û derfetên projeyên aborî li dijî îstîsmarê werin xurt kirin.   11-  piştgiriya komcivîna  parastinê ya YPJ'ê  ku li kobanê hate lidarxistin, ji bo avakirina komîteye hevbeş a parastinê li ser asta herçar perçeyên Kurdistanê, Naskirina jinÊ ji xweparastinê re bi rêya aktîvkirina akadimiyên parastina xweser,  pêşxistina têkilî li ser asta niştimanî bi rêxistinên leşgerî yêN jinê re,  li ser bingeh û pransîpên hevbeş . Pêşxistine  têkiliyan bi hemû jinên têkoşer û berxwedêr re li seranserê cîhanê bi mebesta piştgirî û gihiştina  rêxistineke jinê ya hevbeş da ku misogeriya parastina mafên jinê bike ji aliyê fîzîk û fikrî ve.   12- Tevlî dewlemendiya zaravayên kurdî  zimanekî kurdî akadîmîk ê hevbeş di perwerdê  de bê esas girtin.   13- Pêşxistina dîplomasiya jina kurd li ser asta navnetewî ku bibe dengê aştiyê li ser masê navnetewî.   14- Ji bo jinên  êzîdî û kiryarên ku li dijî wê hatine meşandin li Şengalê, xistina rojeva  hêzen navnetewî, û ev buyer wek jenosîd were dîtin li Netewên Yekbûyî de. Ji bo jinên heya niha wendayî komîtekê bê avakirin bi armanca lêkolînkirina rewşa wan.   15- Pêşxistina têkilî  di navbera çar perçyen Kurdistanê  de,û sûd ji tecrûbeyên  hevdû bên girtin.   16- Tekoşîna  jinên ciwan  li dij, modêrnîta kapîtalîst û hişmendiya civakê ya  kevneperest mîna zewaca di temenê biçûk de  û piştgirî ji jinên ciwan re were dayîn.    17-Serjimêriyên ku li Rojava li ser pir jinî , berdan , zewaca di temenê biçûk , kuştin û xwekuştin  tund ya berî qanûnên jinê û piştî qanûnên û bertekên ku li dijî wê hatine kirin, di konferansê de were dest girtin û tekoşîn li dijî vê zihniyetê bê dayîn.   18-Pirensîbên jin di rêveberiyê de li dijî desthilatdariyê werin tekezkirin û bibe cihê biryare.   19-Li ser bingeha paradîgma netewa demokratîk  felsefeya azadiya jin û hevjiyana azad û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên civakê de bingeh bê girtin.   20- Li dijî koçberiyê  rêbazen zanistî û aborî werin pêşxistin da ku rê li pêşiya koçberiye bê girtin.   21 -Tekoşîn û destek dayîn ji bo azadiya hemû jinên ku di girtîgehên faşîzmê de.   22- Tekoşîn ji bo azadiya birêz Abdullah Ocelan bibe têkoşîna azadiya hemû jinan.    23- Avakirina komîteyeke bi armanca nivîsandina tekoşîna jin a rojava û her çar perçên kurdisatne, û nivîsandina biraşor di derbarê jin de.    24-  Ji tekoşîna jinên şerker yên çar perçên kurdistanê tecrûbê bên girtin.   25-  Ji her 6 heyvan civîn ji bo jinên li Rojava bê lidarxistin, da  ku rewşa jinê bê nîqaşkirin.   26-  Kongireya jin a neteweyî berî kongira  gîştî bê lidarxisitin.   27-  Hevpeyîmana civakî a jinên rojava  bê amede kirin.   28-  Ji bo derbaskirina kêmasiyên ku di konferansa yekê û duyemîn de derketine; wek nêzîkatiyên partîbûn yên teng bên derbaskirin , konferansên jin  bi rengekî dewrî werin  lidarxistin.    29-  Li gorî biryara konferansa  duyemîn ya jinên kurd,  cihê konferansê ya sêyemîn rojavaye Kurdistanê bê diyarkirin.