Li Îranê 4 roj in çalakî berdewam dikin! 2017-12-31 14:29:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Îranê ji ber zêdebûna xizanî, betalî û pêkanînên dijmirovî yên rejîmê çalakiyên ku hatin destpêkirin di roja 4'emîn de berdewam dikin. Li bajarên ku çalakî li wan berdewam dikin jin li herî pêş li dijî hêzên rejîmê di berxwedanê de ne.   Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Îranê ji ber zêdebûna xizanî, betalî û pêkanînên dijmirovî yên rejîmê çalakiyên ku hatin destpêkirin di roja 4'emîn de berdewam dikin. Bi deh hezaran kesên ku li 12 bajaran derketin kolanan kolan kirin qadên berxwedanê û çalakî her ku diçe belav dibin. Îran a ku bi binpêkirinên mafên jinan her roj di rojevê de ye jin jî bi hemû hêza xwe tevli çalakiyan dibin û li dijî hêzên rejîmê li ber xwe didin. Hêzên rejîmê jî bi hemû hêza xwe êrîşî çalakgeran dikin û bi taybetî jî ji bajarê rojhilatê Kurdistanê gelek kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.   Li Loristanê 4 kes hatin kuştin   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li bajarê Eyaleta Loristanê Dirûdê duh ji aliyê hêzên rejîmê ve 4 kes hatin kuştin û gelek kes jî hatin birîndarkirin. Piştî qetilkirina 4 kesî li bajêr gel navenda qeymeqamtiyê û ya Besîc (Kesên ku bi meaş ji rejîmê re dixebtin) da ber agir.  Li bajarê ku çalakiyan heta derengê şevê berdewam kir rejîmê xetên telefonê û yên înternetê qut kirin.   Amednews hat girtin   Dîsa Ajansa nûçeyan Amednews ku li Îranê weşanê dike bi hinceta ku piştgirî daye "pêvajoya kaosê" ji aliyê îstiqbarat û hêzn ewlehiyê yên îranê ve hat girtin.   Li Kirmanşanê 20 kes hat binçavkirin   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên Kirmanşanê hatin girtin, hat diyarkirin ku bi deh hezaran kes daketiye kolanan û di encama çalakikiyên ku heta niha berdewam dikin de 20 kes hatiye binçavkirin û birin navenda Îtleatê (Îstîqbarata Îranê). Herwiha hat diyarkirin ku gelek kesên xizmên wan hatine girtin jî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê dane. Walîtiya Îranê jî di daxuyaniya ku da de aşkre kir ku binçavkirin hene û hin kesên ku hatine binçavkirin jî hatine berdan.   Xamaney tehdît kir    Rêberiyê Olî yê Îranê Alî Xamaney jî di daxuyaniya ku da de gel tehdît kir. Xamaney ê ku bi 'kesên oldar' re hat gel hev banga naskirina dijmin û mamadekariya li dijî wan kir.