Çalakiya girtiyan a li Girtîgeha Elezîzê di roja 60’î de ye: Rewş ne baş e 2017-12-30 14:34:39   AMED - Baroya Amedê derbarê binpêkirina mafên mirovan a ku li Girtîgeha Elezîzê pêk tê, civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat gotin ku “Rewşa girtiyan ne baş e”.   Baroya Amedê derbarê binpêkirina mafên mirovan a ku li Girtîgeha Elezîzê pêk tê li Avahiya Xizmetê ya Alîkariyê ya Edlî civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komisyona Girtîgehê ya Navendê ya Mafê Mirovan Onder Alçiçek ê ku daxwiyaniya çapemeniyê xwed anî ziman ku divê derbarê binpêkirina mafên mirovan de Wezareta Edaletê û hemû rayedarên bi vê mijarê re mijûl dibe peywira xwe bi cih bînin.   Dema ku nasname tê redkirin maf kêm dibe   Onder anî ziman ku li Girtîgeha Elezîzê ya Tîpa T’yê binpêkirina mafên mirovan bi awayekî zêde pêk tê. Onder bal kişand ser biryara îdareya girtîgehê ya ku li derveyî koguşê hilgirtina nasnameyê. Onder diyar kir ku girtiyên li dijî hilgirtina nasnameyê derdikevin ji mafên xwe yên wekî li derveyî koguşê hevdîtin, hewastendinê, çalakiyên hobiyan, qada hevdîtina bi parêzeran re bêpar dimînin.   ‘Hejmara jinên girtî yên ku ketin greva birçîbûnê bû 10’   Onder diyar kir ku ji ber li Girtîgeha Elezîzê ya Tîpa T’yê li derveyî koguşê mecbûriyeta hilgirtina nasnameyan hatiye loma hinek girtî ketine greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger. Îro em ketin roja 60’î ya greva birçîbûnê û hejmara jinên ku ketin greva birçîbûnê bûye 10 .   ‘Bila kiryarên bê hiqûq bi dawî bibe’   Onder diyar kir ku rewşa girtiyan ber bi nebaşbûnê ve dimeşe û ger wiha berdewam bike dê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde derkeve holê. Onder diyar kir ku ji binpêkirina mafên mirovan ên ku li girtîgehê pêk tê Wezareta Edaletê berpirse û divê ji bo vê yekê demildest gav bê avêtin.   Onder herî dawî wiha got:” Ji bo ev kiryara ku ji aliyê idareya girtîgehê pêk hatiye û tu aliyê wê yê hiqûqî tuneye demildest bi dawî bibe em Wezareta Edaletê û hemû kesên ku bi vê mijarê re mijûl dibe em wan dawet dike ku peywira xwe bi cih bînin.”