Ji Sûrê dengek: Me fêm nakin, heta neyê jiyîn kes fêm nake 2017-12-30 09:16:50   Medîne Mamedoglu   AMED - Zelîxan Ceylan a 60 salî ku li taxa Alîpaşa ya Sûrê ku hilweşîn lê didome dijî, got yekane bendewariya wê ya ji sala tê ev e ku li Sûrê bimîne û bijî.  Zelîxan wiha dibêje: “Ma fêm nakin ku derdê me ne pere ye. Ji bo me fêm bikin divê li vir şahidiyê bikin. Heta neyê jiyîn kes fêm nake.”   Gelê Sûrê wê sala 2018’an di konan de pêşwazî bikin. Qedexeyê sala duyemîn tije kir lê hîna ketina 6 taxan qedexe ye. Taxên Alîpaşa û Lalebey ên di 23’ê Gulanê de hilweşînê lê dest pê kir, tê tunekirin.    Zelîxan Ceylan a 60 salî bi du keçên xwe re li taxa Alîpaşa dijî û ji bo xaniyê wê neyê hilweşandin qet ji mala xwe dernakeve. Zelîxanê diyar kir ku vê zivistanê cihekî ku pê de biçin tuneye û wiha got: “Vê zivistanê em ê bi ku de biçin. Hebe jî ez mala xwe nadim wan. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Her roj tên dibêjin ‘derkevin’. Bi zorê derxînin ez ê alavên xwe derxim qadek vala û ez ê wan jî bi xwe re bişewitînim. Qe nebe wê demê wê mirov me fêm bikin û bêjin vê jinê li dijî van pêkanînan canê xwe feda kir.”   ‘Derdê me ne pere ye’   Zelîxanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev 35 sal in di vî xanî de dijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “He roj li ber çavê min xaniyek diçû. Ev ji bo me gelek zor bû. He roj cîranek min xizmekî min diçû. Ev 3-4 meh in tenê em dizanin me çi jiyaye. Ne xaniyê me heye û ne jî axek me ya din. Dibêjin ‘derkevin em ê 6 meh kirêya we bidin.’ Lê piştî 6 mehan em ê çi bikin. Ma fêm nakin ku derdê me ne pere ye. Ji bo me fêm dikin divê li vir şahidiyê bikin. Heta neyê jiyîn kes fêm nake.”   Zelîxanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yekane daxwaza wê ji sala nû heye ku di sala pêş de li Sûrê bimîne û bijî.