‘Ferzkirina cilê yekreng li dijî hemû qada jiyanê ye’ 2017-12-30 09:15:34   Dîlan Babat-Hîkmet Tunç   WAN - Bi KHK hejmar 696 ya hat derxistin re pêkanîna ‘cilê yekreng’ tê ferzkirin û xizmên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî bertek nîşan dan û wiha gotin: "Bi vê biryara KHK’ê re welat dikeve dema kaosek nû. Ev pêkanîn wê bandorê li her alî qada jiyanê bike. Em ê piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan."   Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilê yekreng’ ya bi KHK’a hejmar 696 hat derxistin, didomin. Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag  peyamên ‘em ê cilan biqetînin’ dan û girtiyên PKK û PAJK’ê jî diyar kirin ku wê mehekê bi malbatên xwe re hevdîtinê nekin. Malbatên girtiyan û  nûnerên partiyên siyasî jî  daxuyakirin ku pêkanîna yek cilê yekreng tu car nayê qebûlkirin û hişyariya wê li Tirkiyeyê koasek nû dest pê dike kirin.   Xizma girtiyekî Gule Komî  diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê salên 90’î derbas kiriye û wiha got: “Hem li derve û hem li hundir aloziyek mezin tê afirandin. Her kesê muxalîf hatiye girtin. Li Tirkiyeyê kesên sûcên îstîsmarê dikin, kujer tên berdan. Li welat aramî nemaye. Divê îradeya gel neyê pîvan. Êdî bes e. Em ê piştgiriya xwe ji girtiyan nedin alî.”   ‘Dixwazin fikran bikin yek’   Endama HDP PM’ê Zelal Yerlîkaya jî bi lêv kir ku di du salên dawî de bi dehezaran kes, hevserokên giştî, parlamenter hatine girtin û di dirêjiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Armanca desthilatdariyê ev e ku rojevê biguhere. Li welat ji xwe krîz û kaosek mezin heye. Yekane armanca hikûmeta AKP’ê ev e ku li her derê ‘yek rengî’ serdest bike. Israrkirineke di şaşiyeke berê hatiye jiyîn de nayê qebûlkirin.”   Zelalê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê krîz û kaosa li welat kûrtir bibe û divê demildest dest ji vê şaşiyê bê berdan û şûnde gav bê avêtin.