Ji bo xwendekarên govend gerandin lêpirsîn hat destpêkirin 2017-12-30 09:09:03   MÊRDÎN - Derbarê xwendekarên li Lîseya Anadolu û Pîşeyî ya Kemal Gozu ya li Nisêbînê bi hinceta govend gerandine hat girtin û lêpirsîn hat destpêkirin.   Li Nisêbîna ku bi KHK’yan bi dehan xwendekar hatin îxrackirin li Lîseya Anadolu û Pîşeyî ya Kemal Gozu ya li Nisêbînê bi hinceta ku xwendekaran govend gerandine lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberiya dibistanê derbarê xwendekarên ku govenda li polên xwe girtibûn û di hesabên xwê yên çapemeniya civakî de weşandine bi îdiaya ‘li dibistanê tevgerên ne di cih de ne’ girtek girtin. Hat îdiankirin ku midûrê dibistanê M.A.K li hember xwendekaran gotinên zayendperest kiriye.   Gazî malbatan kirin   Midûrê dibistanê piştre gazî malbatan kir û hat îdiakirin ku wiha gotiye: “Keçên we bi dizî telefonan bi kar tînin. Em nikarin bi van re mijûl bibin. Hemû ji bo ji xwe re kesekî bibînin li vir in. Hemû çapemeniya civakî bi kar tînin. Niha wisa dikin wê sibê çi bikin? Tiştekî bikin em ê çi bikin. Tiştek ji destê me nayê.” Hat îdiakirin ku mudur xwendekarek bi malbata wî tehdîd kiriye.