Li Kurdistanê navê Kurdîstan qedexe ye 2017-12-30 09:02:24   Zeynep Turgut   COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê bi salan e yan siyasetmender an jî gel  ji ber ku navê Kurdîstan bi kar aniye yan hatine girtin yan jî derbarê wan de doz hatine vekirin. Qedexebûna navê Kurdîstan hîna berdewam dike. Di salên 90'an de malbatên ku dixwestin navê Kurdistan li zarokên xwe bikin bi astengiyên midûriyeta nifûsê rû bi rû diman û navên zarokên wan li gorî daxwaza midûriyeta nifûsê dihatin guhertin. Bêtehemuliya li hemberî navên Kurdî û Kurdîstan hîna berdewam dike.   Li tirkiyeyê bi salan e qedexekirina  navê 'Kurdistan' berdewam dike. Ji salên 90'î heta a niha malbatên ku dixwestin  navê 'Kurdistan' li  zarokên xwe bikin jî ji aliyê midûriyeta nifûsê  nehatiye qebûlkirin û midûriyeta nifûsê li gorî daxwaza xwe di nasnameyê de nav guhertine. Bêguman li Kurdîstanê li her malekê  'Kurdistanek' heye. Her çiqas midûriyeta nifûsê navê Kurdistan nepijirîne jî malbatên kurd dev ji navê 'Kurdistan' bernadin û zarokê wan bi navê Kurdistan mezin dibe. Her wiha li tirkiyeyê heta niha ji siyasetmenderan bigire  heta gel ji ber ku navê 'Kurdîstan'bi kar aniye yan derbarê wan ve doz hatine vekirin an jî hatine girtin. Pêkutiyên dewletê yên li hemberî navên kurdî û Kurdistanê hîna berdewam dikin. Di sala 2013'an li navçeya Hîlvanê malbata Yunus û Elîfê a ku dixwestin navê zaroka xwe a 1,5 salî bikin 'Kurdistan' ji aliyê midûriyeta nifûsê ji ber ku navê 'Kurdistan' qedexe bû, nehatibû qebûlkirin û navê zarokan wan bi navê 'Hêlîn'  hatibû guherandin, piştî têkoşîneke mezin navê Kurdistan ji aliyê dadgeha bilind ve hat qebûlkirin û di nasnameyê de Kurdistan hat nivîsandin. Her çiqas ev biryara dozgeriya bilind bûbû dîrok jî hîna qedexekirina navê 'Kurdîstan' berdewam dike.    'Bêyî daxwaza malbatê di nasnameyê de navê min kirin Zubeyde'   Li Colemêrgê jina ciwan a bi navê Zubeyde Tunç  ango Kurdistan jî di sala 1995'an de heman pirsgirêk jiyaye. Zubeydeyê di sala 1995'an de ji dayik dibe. Zubeydeyê gava ku çavên xwe ji cîhanê re vedike malbat dixwaze navê zaroka xwe bikin Kurdistan lê midûriyeta nifûsê qebûl nake û ji malbatê re dibêjin navek din hilbijêrin. Midûriyeta nifûsê li gorî daxwaza xwe  navê Kurdistanê di nasnameyê de dikin Zubeyde. Her çiqas navê Kurdistanê qebûl nekin û di nasnameyê de bikin Zubeyde jî  malbat dev ji navê Kurdistan bernade û ji herkesî re dibêjin navê zaroka me Kurdistan e. Zubeydeyê niha 23 salî ye û herkes wê bi navê Kurdistan nas dike. Zûbeydeyê diyar kir ku ew ji navê Kurdistan zêdetir hez dike û wiha axivî:" Berî ku ez ji dayik bibim diya min û bavê min gotiye em ê navê zaroka xwe bikin 'Kurdistan' bi kelecana navê Kurdistan diya min ez anî cîhanê. Gava ku diya min  diçe midûriyeta nifûsê ji bo ku qedexeya navê Kurdistan qebûl nakin, midûriyeta nifûsê ji malbata min re dibêjin navekî din bifikirin malbat jî bê daxwaziya xwe navê Zubeyde qebûl dikin. Ez qet fêm nakim çima navê Kurdistan qedexe ye? Ez niha 23 salî me tu kes min bi navê Zubeyde nas nake herkes min bi navê  Kurdistan nas dike."   'Her gel navên bi zimanê xwe li zarokên xwe dikin lê çima ev yek ji bo em kurdan qedexe ye?'   Zubeydeyê bi lêv kir ku cara yekem sala  2013'an navê Kurdistan di nasnameyê de tê qebûlkirin û got ku bipejirandina navê Kurdistan ew kelecan dibin û wiha berdewam kir:" Ez ji navê Kurdistan pir hez dikim. Malbata min ji ber hesret û kedera  welat navê Kurdistan li min kir. Ne tenê navê Kurdistan hîn navên kurdî nayêne qebûlkirin. Pêwist e navên kurdî bên pejirandin û ev biryara bikeve fermiyetê. Di sala 2013'an de cara yekem li Hîlvanê navê Kurdistan di nasnameyê de tê qebûlkirin, vê yekê jî em pir kelecan kirin lê berdewamiya wê nehat. Her welatek û her gelek bi zimanê xwe navan li zarokên xwe dike çima ji me re qedexe ye? Herkes min bi navê Kurdistan nas dike. Tu kes nizane ku navê min di nasnameyê de Zubeyde ye. Ji min re dibêjin Kurdê. Em bi tu awayî ve ne azad in. "   Her çiqas nasnameyê de Behîce jî be herkes wê bi navê Kurdistan nas dike   Her wiha li gundê Deravaya Seyidan dayika bi navê Behîce Dayan(60) ango Kurdistan jî bi heman tiştî re rû bi rû dimîne. Dayika Behiceyê ji bo ku nasnameya zaroka xwe derbixîne diçe midûriyeta nifûsê. Dixwaze navê zaroka xwe bike Kurdistan lê bi heqeretan re rû bi rû dimîne û navê zarok bêpirs dikin Behîce. Her çiqas navê dayika Behîce di nasnameyê de Behîce derbas bibe jî li gund herkes wê bi navê Kurdistan nas dike.