Jinên Êzidî li Xanesorê firina nên vekirin 2017-12-29 14:11:00   Viyan Seîd-Ahlam Hecî   ŞENGAL - Roj bi roj Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji aliyê  aboriyê ve xwe pêş dixin. Li gel vê yekê ji bo jin debara xwe bikin û di warê aboriyê de pêş bikevin TAJÊ firina nên vekir.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo xwe ji bin desthilatdariya baviksalar derxin û zarokên xwe bi destên xwe mezin bikin li Xanesor a Şengalê firina nên vekir.   Jina bi navê Pakîze Alyas da zanîn ku ew debara xwe bi destên xwe dikin û wiha got:”Em çar jin li vê firinê dixebitin. Em saet di 1’ê piştî nîvro tên firinê û heta saet 10’ê şev em dixebitin. Rojê em nêzî hezar û pênsed nan çê dikin û em van nanan herî zêde ji şervanan re dişînin. Em gelekî hez dikin ku wekî dayik xizmetê ji gel û ji şervanan bikin. ”   ‘Keda jinê dewlemendiya civakê ye’   Emîna Ibrahîm a ku di firinê de dixebite wiha got:” Ez gelekî kêfxweş im ku jin ji koletiyê xelas dibe û li keda xwe xwedî derdikeve.  Divê hemû jinên Êzidî vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe li keda destên xwe xwedî derkevin. Çimkî keda jinê dewlemendiya civakê ye.”