Li Îranê rêbaza cezayê muxalefeta lixwekirina jinan guherî 2017-12-29 11:51:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê beriya niha jinên ku li gorî rêbaza li xwekirnê ya li wan dihat ferzkrin tevnedigeriynan ji aliyê polîsan ve dihatin girtin. Lê niha ev rêbaz guherî û li gorî qanûneke nû ku hat derxisitn hat diyarkirin ku wê ew jinên li gorî rêbazê tevenagerin bên girtin û ji navêndên perwerdeyê re bên şandin.    Li îranê piştî salên 1979'an ku desthiltdarî lê guherî jin jî ji vê bi bandor bûn û êdî nema dikaribûn li gorî daxwaza xwe kincan li xwe bikin û diviyabû ku kincên rêvberiya Îranê li wan ferz dike li xwe bikin. Ji bo jinên ku li gorê rêbazê tevnedigeriyan jî cezayê girtinê hebû. Niha jî rêbaza ceza ji aliyê rêveberiya rejîmê ve guherî.    Li gorî nûçeya Rojnameya Sharq a Îranê ku bi nêzîkatiya xwe ya reformîstan tê naskirin, Şefê Polîsan ê Teheranê Huseyîn Rahmî, diyar kiriye ku jinên li gorî rêbaza li xwekrinê tevnegerin ew ê neynin navenda polîsan û wê wan bişînin cihê perwerdeya ku li gorî rêbaza îslamî perwerde dike. Herwiha hat aşkerakirin ku jinên li gorî lixwekirina li wan tê ferzkirin tevnagerin ger ku rêbaza xwe dubere bikin jî wê derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin.