Li ser Jiyana Abdullah Ocalan semîner hat lidarixistin 2017-12-28 18:02:05   EFRÎN-Rêxistina Kongireya Star a Herêma Efrînê semînerek li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û analîzên siyasî li dar xist.   Rêxstina kongireya Star li Herêma Efrînê li hola civînan sermînerek li ser jiyana Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan li dar xist. Di smînera ku hat lidarixistin de gelek niştecihên navçeya Şera,Meydankê,Hevseroka Encomana Zagonsaz a Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd, rêveberên Kongireya Star,Tevgera Civaka Demokratîk û Malbetên Şehîdan amade bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê  Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeyê Şera Ruzîn Dodex li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  axivî û got:"Jiyana Rêber Apo jiyanek pir wetedar e.  Ji ber ku Rêber Apo jiyana xwe ji bo jin feda kirû heta niha jî tekoşîna xwe ji bo jinan berdewam dike."   Ruzîn Dodex di dewamiya axaftina xwe de hevaltiya Rêberê PKK'ê ya bi jinê re jî nirxand  û wiha got: "Azadiya jinê ji bo civak bê azadkirin girîng e. Ji ber ku jin ne azad be jiyan jî azad nabe."   Piştire sinevisyûn li ser jiyana Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat pêşandan.   Semîner bi diroşmên"Bê serok jiyan nabe" û "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.