HDP: Em komujiya li Roboskê ji bîr nakin 2017-12-28 14:50:11   NAVEDA NÜÇEYAN - HDP, bi minasebeta 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “100 sal jî derbas bibe em komujiya Roboskê ji bîr nakin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 6’emîn Komkujiya  Roboskê ku 19 jê zarok 34 welatî ji aliyê balafirên TSK'ê ve hatin bomberankirin û jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de got: “Di ser komkujiya Roboskiyê re 100 sal jî derbas bibe em ê komkujiya Roboskê ji bîr nekin."   HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku daxwaza malbatên Roboskê, civak û saziyên demokratîk ew e ku berpirsyaran derbixin pêşberî darazê û got: “Qetilkirina 34 welatiyên bi bomberankirinê 6 sal li pey xwe hişt. Bêyî ku tu berpirsyar bên darizandin û girtin, ev 6 sal e li ser malbatên qurbaniyan zext û pêktûtiyên dewletê kêm nabin. Malbat her tim bi êrîşên hêzên dewletê re rû bi rû mane. Yek ji wan kesan jî wekîlê me yê Şirnexê Ferhat Encu ye ku ji ber rastî anî ziman hêj di girtîgehê de ye. Ev desthilatdarî bi hilweşandina Abîdeya Roboskê re li sûcê xwe mukur hat.”    Desthilatdarî tenê dijminahiya saxan nake   HDP’ê bi bîr xist ku desthilatdariya wê demê li Roboskê komkujî pêk anî, piştre Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Silopî û Geverê hilweşandin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatdariya ku tenê dijminahiyan saxan nake, bi miriyan re jî dijminatiyê dike. Nirxên mirovî û exlaqî binpê dike û li gelek bajaran goristanên gelê kurd xira dike.Herî dawî li Bedlîsê 267 cenaze ji gorên wan hatin derxistin.   Êrîş li dijî pêkanîna jiyana wekhev in   HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku êrîş li dijî vîna jiyana wekhev û hevpar a gelên wan darbeyeke û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: " Êrîş li dijî daxwaza demokrasî, azadî, edalet, aştî û wekheviyê ya gelê kurd e. Di ser komkujiya Roboskê re çi qasî dem derbas bibe jî ji bo ku berpirsên komkujiyê derxînin ber darazê û werin cezakirin emê têkoşîna hesabpirsînê bidomînin."