Zarokê ku wesayita polîsan lêda rakirin nexweşxaneyek din 2017-12-28 12:45:35   ÊLÎH - Umut O. yê 4 salî ku wesayita polîsan lê da û hat birîdnarkirin piştî ku 8 rojan li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin, sewqî nexweşxaneyek din hat kirin.    Li Navçeya Hezexê ya Şirnexe polîsan di 17'ê Kanûnê de bi wesayitê Umut O. yê 4 salî bi giranî birîndar kiribûn. Malbatê Umut rakiribûn nexweşxaneyek taybet a Êlihê. Umut, piştî ku 8 rojan li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin, ew sewqî nexweşxaneyek din kirin.    Umut, piştî demek dirêj çavê xwe vekir û hat ser hişê xwe. Malbata Umut, diyar kir ku ji ber şert û mercên nexweşxaneyê wan Umut sewqî nexweşxaneyek din kirine û dermankirina wî berdewam dike. Her çend ku Umut çavê xwe vekiribe jî hêj nikare bi axive.    Bijîşkan diyar kir ku ji ber av di kezeba Umut de kom dibe nikare bi hêsanî bêhnê bide û bistîne. Malbat li bendê ye ku tenduristî û siheta Umut baş bibe û bi hevalên xwe re bilîze.