Şehmus Îlhan ê ku Rojbîn qetil kir hîna nehatiye girtin! 2017-12-28 12:19:14   AMED - Şehmûs Îlhan ê ku  piştî Rojbîn Baran qetilkir daxuyanî da  rojnamegerên ku nûçegîhanên me jî di nav de ji bo bûyerê bişopînin çûn cihê bûyerê hîna nehatiye girtin.    Li taxa Dîcelyê ya girêdayî Yenîşehira Amedê di 24'ê kanûnê de mêrê bi navê Şehmus Îlhan hevjîna xwe Rojbîn Baran qetil kir. Şehmus Îlhan piştî ku hevjîna xwe qetil kir li heman taxê ji rojnamegerên ku nûçegîanên me jî di nav de bû re daxuyanî dabû. Şehmus li gel sucê ku kir jî hîna serbest e û nehatiye girtin. Herwiha hat aşkera kirin ku Şehmus Îlhan berî ku Rojbînê qetil bike ji sûcekî din ê edlî di girtîgehê de maye û piştre di 10'ê mijdarê de bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Li gorî agahiyên ku ji niştecihên taxê hatin girtin Şehmus gotiye, "Kesekî din yê ku divê ez wî bikujim heye. Heta ku ez karê wî jî neqedînim e teslîm nabim."   Niştecihên taxê yên ku gotin ew ji ber ku Şehmûs Îlhan nehatiye girtin bi tirs dijîn ev tişt gotin: " Em ji ber ku kujer Şehmus nehatiye girtin bi tirs dijîn.  Negirtina kujerê ku Rojbîn qetil kir û li heman taxê digere ku ji rojnamegeran re daxuyanî daye me dixwe fikaran. Gelo heta ku ev kes jineke din jî bikuje wê bê girtin? Em dixwazin ku demildest bê girtin."