Sebahat: Tirkiye bûye welatê ku bi komkujiyan tê bîranîn 2017-12-28 11:46:08   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, bi munasebata 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskê peyam şand û wiha got: “Li welat her komkujiya neyê ronîkirin, dê bixwe re komkujiyên nû bîne.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê bi rêya parêzerên xwe, li ser navê hemû hevşaredar û endamên partiyan bi munasebata 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskê peyam şand.  Sebahat, diyar kir ku Tirkiye êdî bûye welatekî ku bi komkujiyan tê bîranîn û wiha got: “Komkujiyên ji Sîwasê heya Mereşê, ji Gaziyê heya Roboskê yek ji wan nehatin  ronîkirin. Heya ku komkujî neyên ronîkirin, dê agahiya komkujiyên nû bi xwe re bîn in.”    Peyana Sbahat ji girtîgehê şandî wihaye:    "Di 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskê de, hîna jî malbatên Roboskê li benda edaletê ne. Bi munasebta salvegera komkujiyê ez li ser navê hemû hevşaredarên me yên girtî û endamên partiyê komkujiyê şermezar dikim û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Em di serî de malbatên Roboskê û hemû parêzvanên mafên mirovan ên ku Roboskê ji bîr nekirin û nedan jibîrkirin silav dikin.    Tirkiye êdî bûye welatekî ku bi komkujiyan tê bîranîn. Komkujiyên ji Sîwasê heya Mereşê, ji Gaziyê heya Roboskê yek ji wan nehatin ronîkirin. Ne ronîkirina komkujiyan û rastiya komkujiyan nedîtin, agahiya komkujiyên nû wê bi xwe re bîne. Komkujiya li Roboskê bi balafirin şer pêk hat, ligel ku rayedarên dewletê teqez berpirsiyar bûn, dosya hat girtin. Girtina dosyayê wê heqîqetê naguhere. Di rastiyê de balafirên şer ên vî welatî welatiyên sivîl bombardûman kirin û 35 can ji nava me girtin. Heya ku hesabê vê komkujiyê neyê dayîn, ne gengaze ku destpêkek nû were kirin.    Ji ber v ê, cardin bi Komkujiya  Roboskê re, divê hemû komkujiyên li Tirkiyeyê bên lêkolînkirin, hesab bê pirsîn, ji bo pêçandina hemû birînan divê ‘Komîsyona Edalet, Heqîqet û Rû bi rû” bê avakirin. Heya kujerên komkujiyê derbikevin holê û bên darizandin em ê têkoşîna xwe ya ji bo Roboskê bidomînin û hesap bipirsin.    Ger ku em ji bîr bikin, bila dilê me zûha bibe.”