Piştî 34’an Roboskê: Çalên mirinê, zext û koçberî 2017-12-28 10:20:07   Medîne Mamedoglu-Pîroz Zirig   ŞIRNEX - Di ser komkujiya Roboskê  re ku di encamê de 34 kesî jiyana xwe ji dest dan re 6 sal derbas bûn.  Gundê Roboskê ku bi têlan hatiye dorpêçkirin, tevî  çalên mirinê û zextên koçberkirinê jî berxwedana xwe didomînin.   Di 28’ê Kanûna 2012’an de li dîroka Tirkiyeyê ya tije komkujiye yek din jî zêde bibû. Li navçeya Qilaban a Şirnexê li gundê Roboskê piranî  zarok 34 ciwan ji aliyê balafirên TSK’ê ve hatin bombekirin û qetilkirin.  Xizmên ciwanan cenazeyên xwe bi derfetên xwe anîn cem hev, li betaniyan pêçan, li ser hêstiran heta gund anîn.  Hemû cîhan jî bêdeng ma.  Gundê Roboskê ku bi têlan hatiye dorpêçkirin, tevî  çalên mirinê û zextên koçberinê jî berxwedana xwe didomînin.   Gelê berê xwe dan çalên mirinê   Gundiyên Roboskê ne tenê di alî psîkolojîk û manevî de, di alî aboriyê de jî ji vê rewşê  bi bandor bûn. Piştî komkujiyê bi taybet koçberî zêde bû û xwendin û nivîsandin jî ket, li sînor jî têl hatin kişandin. Ji ber têlên hatin danîn û qerekola li sînor hatiye çêkirin, bazirganiya sînor hat astengkirin û gundî jî ji bo debara xwe bikin berê xwe dan kanên komirê.  Welatiyên Roboskê ku di kanên komirê de dixebitin beramberê keda xwe jî nagirin.   Koçberî roj bi roj zêde dibe   Li gundên Roboskê û Gulyazi ku beriya komkujiyê nifûsa wan 6 hezar bû, niha bi dehan xanî vala ne. Malbat ji gund derketine û yên mayî jî ji ber zextan neçar dimînin koç bikin.  Ciwanên gund jî di karên demsalî û zivistanan jî li metropolan di înşatan de dixebitin.  Lê yên çûne, her sal di 28’ê Kanûnê de di heman saetê de li Roboskê tên cem hev.   Piştî komkujiyê zext zêde bûn    Piştî komkujiyê gundê ku her tim di hedefa dewletê de bû, di mehên havîn û biharê de bi dehan carî qedexeya derketina derve hat îlankirin.  Bi pêvajoya pevçûnê re hejmara qerekol û tabran jî zêde bû û zextên li ser malbatan jî zêde bûn.   Wê 34 kes îro bên bibîranîn   Gundiyan diyar kir ku bi qerekol û nokteyên kontrolê yên dawî hatine çêkirin re zext zêde bûne û got sedemek din a koçberkirinê jî ev e. Komeleya Ji bo Roboskê Edelet, ji bo Rûyê Erdê Aştî (Roboskî-Der) di meha kanûnê de ji aliyê wezareta karê hundir ve hat girtin.  her sal di 28’ê kanûna ku li Roboskê qedexe dihat îlankirin wê tevî hemû zextan îro 34 kes bên bibîranîn.