'Hedefgirtina Abdullah Ocalan hedefgirtina Rojhilata navîn e' 2017-12-28 09:15:07   Ronîda Hacî    TIL TEMIR - Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Hedefgirtina Rêber Apo hedefgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e."   Mamosteya dîrokê Gulîstan Xelef diyar kir ku bi xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû planên dijmin hatin têkbirin û wiha got: "Em tecrîda li ser rêbertî û êrîşên li ser herêma Efrînê şermezar dikin. Ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, li ser hemû nirx, xeyal û hêviyên mirovatiyê ye."   'Em ê bi vîna xwe tecrîdê bişkînin'    Gulîstanê da zanîn ku sîstema federal a Bakurê Sûriyeyê bersiva herî tund da dewletên ku ji komployê xizmet kirine û wiha got: "Bila  dijmin bizanibe ku bi tecrîda li ser Rêber Apo nikarin ku gel û Rêber Apo ji hev qut bikin. Ji ber ku mêjiyê gel û dilê gel hemû bi Rêber Apo re ye.  Çiqas ku tecrîdê dirêj bikin jî, felsefeya Rêber Apo ya ku li ser bingeha netewa-demokratîk hatiye rûniştandin, kesek nikare bandora wê bişkîne. "   'Tecrîd ne çareseriya pirsgirêkan e'   Gulîstanê da zanîn ku tecrîd ne çareseriya pirsgirêkan e û wiha berdewam kir: "Her ku projeyên me ji milê leşkerî, siyasî û civakî ve  pêş dikevin dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo zêde dike. Lê Gelê Kurd xwedî xîreteke mezin e loma em tu caran dev ji doza xwe bernadin û em ê hêvî û hêza xwe her dem berz bikin."