'Em ê xwedî li hêviyên gel derkevin' 2017-12-27 15:43:41   Lîlav Alî   EFRÎN - Endamên Meclisan ên Kantona Şehbayê ku di hilbijartinên Meclisên Herêmî de bi ser ketibûn soz dan gel ku ew ê erkên xwe bi berpirsyarî pêk bînin û wiha gotin:"Em ê xwedî li hêviyên gel derkevin."   Hilbijartinên Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi herd qonaxên xwe bi awayekî serkeftî derbas bû. Kesên ku di qonaxa duyem a hilbijartinan ango di hilbijartinên Meclisên Herêmî de bi ser ketibûn, êdî sonda pêkanîna erka xwe dan. Li Kantona Şehbayê jî namzetên ku sond xwarin têkildarî hilbijartinan de, nerîn û hestên xwe anîn ziman.   Cîgira Meclîsa Kantona Şehbayê Sozdar Qesên wiha behsa qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyeyê kir: "Qonaxa duyemîn a hilbijartinan ku tê de Meclisên Herêmî yên Bakurê Sûriyeyê hatin hilbijartin, bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û bi ser ket. Gelê Kantona Şehbayê jî bi coşeke mezin berê xwe dan sindoqan û dengê xwe bi kar anîn, bi taybet jinên ereb ên Kantona Şehbayê cara yekem e cihê xwe di hilbijartinan de digire û bi rihekî wekhev rola xwe di hilbijartinan de lîst. Em ê xwedî li hêviyên gel derkevin."   Sozdarê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelê Kantona Şehbayê pir êş û zilm ji destê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê dîtiye, lê vî gelî dest ji axa xwe berneda û ew êşa ku jiyane li cem bû hêrsek mezin û li hember çeteyan berxwedan û tekoşîn da meşandin."   Ji aliyê din Endama Meclîsa Kantona Şehbayê ya  bi navê Fatmê Elî wiha got: "Di van rojên dîrokî de em soz didin ku em ê di xizmeta gelên xwe de bin û şopdarê şehîdên azadiyê bin."