Li ser medyaya civakî li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk hat 2017-12-27 12:20:55   ÎZMÎR - Tayfûn Kocaman li hesabê xwe yê îstegramê yê bi navê 'tayfun kocaman.1272' ji zarokek 16 salî re wêneyên di naveroka xwe de zayendiyê dihewîne şand û bi vê rêyê îstismara zayendî pêk anî.     Zarokek 16 salî ku li Enqereyê dijî li ser hesabê istegramê bi istismara zayendî rû bi rû ma. Kesê bi navê Tayfûn Kocaman ji ser hesabê xwe yê istegramê yê bi navê 'tayfun.kocaman.1272' ji zaroka 16 salî re wêneyên ku zayendiyê di nava xwe de dihewîne şand.   Li dor nûçeya MA'yê zarokê diyar kir ku ji ber vê bûyerê ew pirsgirêkên derûnî dijî û ew ê derbarê kesê istismara zayendî pêk aniye dê giliyê sûcê bike.