‘Şoreşa Rojava bû îlham’ 2017-12-27 10:34:43   ŞIRNEX - Endama Lijneya Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku krîza siyasî û aborî ya li Herêma Federal a Kurdistanê tê jiyîn bi gel re şikestinek afirandiye û got: “Şoreşa Rojava ji bo gelê Başûr bû îlhama serhildanê.”   Li Herêma Federal a Kurdistanê di 28’ê Îlonê de referandûm pêk hat û bi vê re krîza aborî û siyasî kûr bû li dijî vê jî çalakî pêk hatibûn. Endama Lijneya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Salîha Aydenîz mijar nirxand û got: “Gel êdî dixwaze xwe bix we bi rê ve bibe. Gel dixwaze di vê mijarê de rol û mîsyona xwe bilîze. Ne bi zextên hinek aliyan, kesan û hêzên navneteweyî dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.”   ‘Şoreşa Rojava bandor lê kir’   Salîhayê diyar kir ku gelê Kurdistana Federal bi salan e di bin siya çekan de dijîn û şoreşa Rojava ji vê serhildanê re bûye îlham û ev tişt anî ziman: “Referandûma ji aliyê hikûmeta Federal a Kudistanê hatiye betalkirin jî bi gel re şikestinên cidî afirandiye. Gelê li wir mudaxaleya li wir qebûl nake. Gel bi îradeya xwe ya xweser dixwazin xwe bi rê ve bibin. Gelê Başûr ên şoreşa Rojava dîtin, dixwazin jiyaneke bi vî rengî bikin jiyanê.”   ‘Wê gelê Kurd qezenc bike’   Salîhayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e dide wê qezenc bike û ev jî gelek nêz e. Em vê têkoşîna gelên Başûr slav dikin. Em êrîşên li dijî gelan jî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku têkoşîna ku gelê Kurd bi salane did e wê bi serkeftinê bi encam bibe.”