Çinara Nurşîtê Xeyzan: Em hîna pê li axê dikin loma hîna hêvî heye 2017-12-27 10:26:50   DÊRSÎM - Xeyzan a bi şopên komkujiya di sala 1938’an de hat jiyîn de mezin bû şahidiya polîtîkayên şewitandina gundan a di sala 1980 û 1990’î kir, tevî her tiştî ji gundê xwe derneket. Xeyzanê yekane jina gund e û ji bo zarokên malbatên koçî bajaran kirine banga ‘nekevin ber lehiya bajaran, vegerin’ kir.   Xeyzan a yekane jina gundê Nurşît a navenda Dêrsîmê ye, bi navê xwe yê nasnameyê Hatîce ye û tevî her tiştî ji bo ji axa xwe nebe têdikoşe. Xeyzan a 60 salî ye, li gundê wê ji bilî malbata wê kes nemaye. Xeyzanê kesên ji gund derketine wek ‘Yên ber lehiya bajar ketine’ binav kir û diyar dike ku ji ber vê rewşê gelek xemgîn e.   Xeyzanê şahida salên 38’an ne û bi vegotinên meha xwe ya di demek nêz de jiyana xwe ji dest daye mezin bûye. Tiştên di komkujiyê de hatiye jiyîn ji meta xwe hîn kiriye û polîtîkayên dewletê rexne dike. Xeyzanê bi lêv kir ku piştî gelên Dêrsîmê hatine koçberkirin gundê bi sedan malbatî, vala bûne û got ev operasyonên xespê ne.   ‘Nifşê niha ket ber lehiya bajaran’   Xeyzanê ev tişt daxuyand: “Di 38’an de her kes li qada gund kom kirine û qir kirine. Yên çûne daristanê jî li wir qir kirine. Jinên ew dem jiyan e tiştên hatine serê wan nabêjin. Tevî komkujiya 38’an gund nehatine valakirin. Di 80’ê de Kenan Evren ciwanên me qir kir. Di 90’î de gundên me hatin şewitandin. Welatî ji neçarî koç bûn. Nifşê niha tevlî lehiya bajar bûn. Ji ber vê şûnde nayên. Ez bang li ciwanan dikim ku vegerin ser axa xwe.”