Besîme Konca: Gelê ku cilên yekreng daxwaz dike li ku ye? 2017-12-27 09:26:17   Habîbe Eren   ENQERE - Bertekên li dijî KHK a hejmara 696 a pêkanîna cilên yekreng ferz dike, zêde dibin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme  Konca diyar kir ku divê gelên Tirkiyeyê KHK’yan vala derxînin û got: “Cilên yekreng kê pêşniyar kiriye bila derkevin bêjin.”   AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde di çarçoveya OHAL’ê de gelek KHK’ derxistin û li van KHK’yan yek din jî zêde bûn. Di KHK’ya hejmar a 696 a di 24’ê Kanûnê de hatiye weşandin de  ji bo hêzên paramîlîter ewlehiya bêcezabûnê tê dayîn û pêkanîna cilê yekreng jî tê qebûlkirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca  li dijî KHK’yan ku hêzên paramîlîter bi zirxa bêcezabûnê diparêze banga têkoşînê kir  û diyar kir ku piştî hewldana 15’ê Tîrmehê şûnde bi derketina derve a hêzên paramîlîter re komkujiyên hatine jiyîn xebatên biçekkirinê berê hatine meşandin.   ‘Wek tişên di darbeya 80’ê de hatine kirinê ne’   Besîmeyê bi lêv kir ku piştî pêvajoya piştî hewldana darbeyê şûnde AKP’ê ‘darvekirin’ xistiye rojeva xwe û wiha pê de çû: “Qad bi qad geriyan û gotin ‘darvekirin daxwaza gel e. Em ê bersivê bidin gel û darvekirinê bînin’. Vê nêzîkatiyê îro pêkanîna cil û bergên yekreng anî rojevê. AKP ev du sal in rûpelên qirêj ên paşerojê yên Tirkiyeyê dide berxwe û biryaran digire. Tiştê di 1925-30 û darbeya 80’ê de pêk hatin îro dîsa pêk tên.”   ‘Desthilatdarî xwe diparêze’   Besîmeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Ev biryarname bi taybet ji bo berpirsyariya komkujiyên li hemberî Kurdan pêk tên bigirin tên derxistin. Ev rewş pêşeroja Tirkiyeyê û demokratîkbûnê digire. Bi van KHK’yan wiha tê gotin ‘Em ne dewleta hiqûqê ne, hiqûqê ji me nepirsin, em rêbaza welat in’. Tu car siyasetek demokratîk a Tirkiyeyê çênebû. Lê bi tu carî jî wisa aşkera dijhiqûqî  wek rewşa normal nehat ferzkirin.”    ‘Gelê cilên yekreng dixwaze li ku ye?’   Besîmeyê destnîşan kir ku Tayyîp Erdogan derbarê cilên yekreng de got ‘Me bersiv da daxwaza gel’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gelê ku cilê yekreng xwest li ku ye gelo? Ev pêkanîn astengkirina mafê mrovan, tunekirina rûmeta mirovan e. Bi KHK’yan dixwazin Tirkiyeyê bi şîdet, zorê û zextan bi rê ve bibin. Welatekî wisa pêş nakeve. Kê daxwaza cilên yekreng kiriye bila derkevin û bêjin. Gelê Tirkiyeyê heta hilbijêrên AKP’ê divê li dijî vê bisekinin. Cilên yekreng wê ji çi re bibe derman. Tu girtiyekî siyasî wê vê qebûl neke. Berxwedana li dijî cilên yekreng a di darbeya 80’ê de baş tê zanîn. Wê demê tu girtiyî cilên yekreng li xwe nekir. Ji bo vê protesto bikin bi bincilkên xwe derketin dadgehan.”   ‘Ji bo desthilatdarî neyê darizandin derdixin’   Destura Bingehîn a sala 1980’ê ji bo darbekar neyên darizandin hat derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Kenan Evren û ekîba wî bi salan nehatin darizandin. KHK’yên îro tên derxistin ji bo vê ye.  Divê KHK hemû şûnde bên kişandin û OHAL bê rakirin.  An jî wê Tirkiye di 2018’an de bibe hawira şer û koasê. Ji bo rakirina KHK’yan divê saziyên mafên mirovan pêşengiyê bikin. Ji bo KHK bên vekişandin çi ji destên me bê em ê bikin. Divê civaka Tirkiyeyê êdî ji vê re bêje ‘bes e’. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê jî em ê li dijî vê têbikoşin.”