Evîndar Dêniz: YPJ hêz û îradeya jinê ye 2017-12-27 09:18:31   Civîn Husên   QAMIŞLO - Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Evîndar Dêniz pêşketinên leşkerî yê dawî û pêngava Bagera Cizîrê nirxand û wiha got:" YPJ hêz û îradeya jinê ye. "    Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Evîndar Dêniz derbarê rewşa Reqayê ya leşkerî ya piştî rizgarkirinê, pêşketinên herî dawî yên hemleya Pêngava Dêrazorê û rewşa Idlibê, nirxandin kir.   Evîndarê diyar kir ku pêşketinên niha li Rojhelata Navîn û bi taybet jî li Rojava/Bakurê Sûriyeyê çêdibin dîrokî ne. Li ser axa Bakurê Sûriyeyê  pêşketinên leşkerî  çê dibin. Hêzên YPJ'ê ji bo parastina hemû jinan, parastina civakê di asta herî jor de tekoşîn û pêşengtiyê dikin. Evîndarê anî ziman ku piştî rizgarkirina Reqayê bi hêz û îradeya jinê, niha bajar ji mayînan tê paqijkirin û ji bo welatî vegerin malên xwe amadekarî hene.    'Encamên Pêngava Bagera Cizîrê gav bi gav pêk tên'   Evîndarê bi lêv kir ku encamên Hemleya Pêngava Bagera Cizîrê gav bi gav pêk tên, li wir serkeftinên pir mezin çêdibin û wiha berdewam kir:" Bi saya hêzên QSD'ê û YPJ'ê gelek serkeftinên pîroz hat bidestxistin. Lê belê hêzên desthildar, dijminê mirovahiyê li ber destkeftiyên van qehremanan disekinin û dest diavêjin wan. Rûsyayê dîsa êrîşî hêzên YPJ-YPG/QSD'ê kirin lê belê em her dibêjin hêzên ku gel ji terorê xelas dikin divê bi hêza yekemîn a ku DAÎŞ têk bir yanî bi  YPJ/YPG'ê re alîkar bibin. Kesên dema ku êrîşî kesên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe bike ew jî dibin hevalê terorê. Armanca Rûsyayê ew e ku cihên petrolê yên ku QSD'ê girtiye dest, bigirin. Lê belê bi berxwedana xwe ya leşkerî şervanan ev êrîş vala derxist, em van êrîşana qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.    'Em ê êrîşên li dijî Efrînê vala derxin'   Evîndarê diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe Efrînê biparêzin û wiha got:"Em ê êrîşên li dijî Efrînê vala derxînin û em ê axa xwe biparêzin da ku neyar nikaribe lingê xwe biavêjê ser xaka me."   Evîndarê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:" YPJ ji bo parastina jinê û civakê têdikoşe. Li dijî hemû êrîşana em amadene ku gel biparêzin. Em hemû serkeftinên xwe diyarî Rêber Apo dikin."