Hîva Erbo: Em ê sala 2018'an bi serkeftina jinê bixemilînin 2017-12-27 09:15:24   Rûken Goman   GIRKÊLEGÊ - Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erbo derbarê sala 2017'an de nirxandin kir û wiha got:"Bi hatina sala 2018'an dê jin careka din mohra xwe li dîrokê bixe. Ji bo  kelecana me û hêza me mezintir bibe em ê rêxistina jinê xurtir bikin û sala 2018'an bi serkeftina jinê bixemilînin."   Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erbo derbarê sala 2017'an de nirxandin kir û di serî de hatina sala nû li tevahî gelên herêmê û kesên di nav berxwedanê de, pîroz kir û  diyar kir ku sala 2017'an sala berxwedanê ye.    Her wiha Hîvayê  diyar kir ku di sala 2017'an de li Rojava-Bakurê Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn gelek guhertin û pêşketin çêbû. Şer, koçberî û berxwedanî bi hev re pêk hat lê deskeftiyên gelek girîn jî hat bidestxistin.    Sala 2017'an sala xweisbatkirinê bû   Hîvayê anî ziman ku di sala 2017'an de ji aliyê xwerêvebirinê de gelek guhertinên hêja çêbûn û wiha domand:" Sala 2017'an ji bo gelên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê sala xweisbatkirinê bû, mînaka wê yek jê hilbjartinên ku di herêmê de çêbû ye. me de çêbûn, wekî gavekî nû ji bo guhertinê di nava sîstema Rêveberiyê de çêbibe. Hilbjartinan di warê   sîstema rêveberiya civakî de guhertinên girîng û serkeftî bi xwe re anî."   Hîvayê di nirxandina xwe de bal kişand ser kar û xebatê ku Rêveberiya Cizîrê di sala 2017'an de meşandiye û wiha pê de çû:" Gelek zagon ji bo berjewendiyên civakê hatin derxistin. Her wiha di nava meclîsan de ji bo pirsgirêkên perwerde, tenduristî, abaorî û hwd… civîn hat lidarxistin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîqaş hat kirin. Her wiha derbarê Edaleta civakî û rêbazê rûniştandina wê bi Encûmena Dadgehî re civîn hat lidarxistin û bi awayekî erênî bi encam bû."   'Ji bo mafên jinan xebat hat meşandin'     Hîvayê diyar kir ku ji bo mafên jinan xebat hat meşandin û  wiha domand:" Ji bo pergala serokatiyê û ji bo parastina mafê jinê jî xebatên girîng hat meşandin. Ji bo avakirina sîstema parastina mafên jinên û pêşxistina jinê xebatên berfireh hat meşandin. Ji bo zext, zordarî û zilma li ser jinê rabe xebatên girîng hat meşandin. Her wiha ji bo parastina nirxên gelan jî di nava vê aloziyê de me têkoşîn da meşandin. Têkoşîna li dijî terorê û ji bo parastina mafên gelan ji bo me gelek girîng in."   'Dê sala 2018'an sala bidawîkirina êşên gelê me be'    Hîvayê di dawiya gotinên xwe de wiha got:" Sala 2017'an sala serkeftina tevahî gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bû, serkeftina hilbjartinên pirojeya demokratîk û jina azad bû. Avakirina 'Jinwarê' pêşketina azadiya jinê ye. Em hêvî dikin ku sala 2018'an dê bibe serkeftina pirojeya demokratik, bidawîkirina êş û azarên gelê me û serkeftina jinê. Dîsa hatina sala nû ya 2018'an li hemû gelan pîroz be."