'Zarok fêkiyên jiyanê ne em ê bi hev re jiyana wan geş bikin' 2017-12-24 10:43:35   QAMIŞLO - Bi munasebeta sersala 2018'an Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan Şahî li dar xist.   Li salona Zana ya bajarê Qamişlo ê herêma Cizîrê bi munasbeta sersala 2018'an Rêveberiya Weqfa Jina Azad ya Rojava ji bo kêfxewşiya zarokên li bexçê zarokan bi dirûşmeya  " Zarok fêkiyê jiyanê ne , em bi hev re jiyana wan geş bikin" şahiyek li dar xist. Di şahiya hat lidarxistin de bi dehan zarok tevli bûn.   Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo parkrewanên azdiyê dest pê kir,  paşê Rêvebera Weqfa Jina Azad Axîn Amed bixêrhatina kêsên amade kir û got;" Her sal ji bo ku em zarokan kêfxweş bikin em şahiyên sersalê çêdikin. Ez bi hêvî me hemû hêvîyên zarokan pêk werin û sala 2018'an ji bo zarokan bibe saleke serkeftî.    Di şahiya ku hat lidarxisitn de stranên koma Awazên Rojava zarok kêfxweş kirin û piştre zarokên bi navê cûdî û Roj stran gotin. Her wiha  lîstika pirs û bersiv ji bo zarokan hat lidarixistin.    Di dawiyê de kalê sersalê diyarî li zarokan belav kir.