Hem rojnameger û hem pêşdarazan dişikîne 2017-12-24 09:43:19   Melîke Aydin   DÊRSÎM-Hambup Dîlek ku ji bo dengê gelê xwe bide bihistin dest bi rojnamegeriyê kir, di heman demê de hewl dide pêşdarazên feodal û zayenperestiya mêrên Elewî bişikîne.   Polîtîkayên qirkirina çandî, nîşankirina xaniyan û komkujiyên di seranserê dîrokê de berdewam kirine… Seroka Komeleya Gund a Tokat Alkavak û xebatkara Rojnameya Dengê Tokatê Mahbup Dîlek di jiyana xwe de her li dijî serdestiya mêr ya di navbera elewiyan de û ji bo azadiya jinê li ber xwe daye.   Rojnamegera gelê xwe   Mahbup bi salan berê ji Tokatê koçî Stenbolê kiriye. Mahbupê diyar kir ku ji çanda wê hatiye biyanîkirin û asîmîlekirin û li dijî vê dest bi rojnamegeriyê kiriye û got: “Hewl tê tayîn Elewî tenê bên hiştin. Min wek jinekê got ez çawa dikarim li dijî asîmîlasyonê berxwe bidim.  Min bervisa pirsgirêkê di rojnamegeriyê de dîtiye. Min bi vê rê hewl da ez dengê xwe bidim bihistin.”   Mahbupê da zanîn di saziyên civaka sivîl û komeleyên gund de hejmara jinan gelek kême û serokatiya jinan jî hîna wek tabu tê dîtin û got ji bo vê bişikîne hewldanên wê çêbûye. Mahbupê wiha berdewam kir: “Mİn du salan li Komeleya Gund a Alkavak nûnerî kir û jinên din jî wisa hatin komeleyê.  Piştî demekê em li komeleyê bûn sê jin.  Bila jin ji kesî alîkarî, destur û parastinê nepên. Vê komeleyê û rojnamegeriyê gelek tişt l imin zêde kir. Divê jin xwedî cesaret bin.”