Dûha Muhemed: Hêzên QSD'ê bû sedema roniya siberoja min 2017-12-23 09:03:12   Rûken Goman    DÊRIK - Jina ji welatê Misirê Dûha Muhemed a ku bi gelek pêkûtiyan rû bi rû ma behsa çîroka xwe ya di nav destên çeteyên DAÎŞ'ê kir û wiha got:" Min ji destên DAÎŞ'ê gelek zor û zehmetî kişand lê îro bi saya şervanên QSD'ê dîsa ez bi hêviyek taybet dikarim li jiyanê binêrim."   Jina ji welatê Misirê Dûha Muhemed ku 35 salî û dayika 4 zarokan e behsa çîroka xwe ya xelasbûna ji destên çeteyên DAÎŞ'ê kir û diyar kir ku ew gelek caran bi tecawizê rû bi rû maye û hatiye firotin.        Jina ji welatê Misirê Dûha Muhemed çîroka xwe  wiha vegot: "Di destpêkê de ez li Misirê bûm. Hevserê min di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hevserê min jiyana xwe ji dest da çîroka min a bi êş dest pê kir. Ji ber ku li Misirê mixabin mafên jinan pir zêde tên binpêkirin, loma min gelek zehmetî kişand. Piştî ku ez tenê mam ez mecbûr mam ku bixebitim û debara xwe bikim. Dema min xwest ku ez biçim bixebitim ji aliyê kesekî ve bi tecawizê rû bi rû mam. Ji bo hesabpirsînê min serî li dadgehê da lê mixabin derbarê kesê ku tecawizî min kir lêpirsîn venebû û wekî bûyereke normal hat dîtin."   'Parêzer Ebû Hemze ez xapandim û ez radestî destên DAÎŞ'ê kir'   Dûha Muhemed diyar kir ku em ji aliyê Parêzer Ebû Hemze hatiye xapandin û wiha berdewam kir:"Parêzerê bi navê Ebû Hemze di dadgehê de alîkariya min dikir, lê herî dawiyê ez xapandim û ji min re got 'Ez ê te bibim cihekî ku edalet lê hebe, cihekî ku jiyaneke baş lê hebe' lê min qet texmîn nedikir ku em werin Sûriyeyê, ji ber ku min dizanîbû ku rewşa Sûriyeyê ne baş e. Destpêkê em derbasî Tirkiyeyê bûn û di rêya Êntabê de em hatin Reqayê. Dema em gihiştin Reqayê min nerazîbûna xwe anî ziman, lê her carê çeteyan ji bo deng ji min neyê zilm li  min dikirin. Wê demê ez mecbûr mam ku wekî wan bikim. Jiyana ligel çeteyan wekî dojehê bû."   'Ji tarî û xapandinê rizgar bûm'   Dûhayê da zanîn ku wê piştî salekê li Reqayê biryara tekoşînê dîsa da û wiha got: "Min biryar da ku ez birevim, lê gelek zehmetî hebûn ji ber yên ku hewl didan birevin çeteyên DAÎŞ'ê ew qetil dikirin. Dawiyê dema belavok ji balafiran ji aliyê şervanên QSD'ê ve  hat belavkirin wê demê min got divê ez bigihêjim şervanên li gundê Ebû Xeşebê. Ez teva zarokên xwe reviyam û gihiştim şervanan, bi vî awayî ji tarî û xapandinê rizgar bûm."   'Berxwedana şervanên jin bandorek erênî li ser min kir'    Di dawiyê de Dûhayê daxwaz kir ku ew li Rojava bijî û wiha got: "Ez piştî ku rizgar bûm ez  êdî dixwazim li Rojava bijîm, çimkî Rojava welatê ku mafê jinê diparêze ye. Li Rojava ez gelekî di bin bandora berxwedana şervanên jin de mam. Eger li Misrê jinan wekî YPJ'ê li ber xwe bida, dê tu kesî nikarîbûya dest biavêje nirx û vîna jinê. Ji bo zarokên min bi awayekî azad bijîn niha ez tenê dixwazim jiyaneke aram û azad bijîm."