ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-23 09:00:00   *Xwestek û xeyala dewleta Tirkiyeyê û hemû dewlet û dezgehên ku destên wan di komploya 15'ê Şibatê de hebû, îro li ber ba diçin û xewn û xeyala wan bi vîn û îradeya gelan vala derdikeve. Gel li vîn û felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan xwedî derdikeve û tecrîda giran şermezar dikin.  PÊNÛSA JINÊ   *Fermandara YPJ'ê Destîna Kobanê di derbarê sala 2017'an de nirxandin kir û wiha got:"Jinên Kurd li dijî hemû êrîşên hovane serî hildan û dev ji têkoşîna xwe bernedan."    *Jina ji welatê Misirê Dûha Muhemed a ku bi gelek pêkûtiyan rû bi rû ma behsa çîroka xwe ya di nav destên çeteyên DAÎŞ'ê kir û wiha got:" Min ji destên DAÎŞ'ê gelek zor û zehmetî kişand lê îro bi saya şervanên QSD'ê dîsa ez bi hêviyek taybet dikarim li jiyanê binêrim."   *Hatîce Demîrkiran a li Seyhanê ev 35 sale biletên mîlî piyangoyê difroşe diyar kir ku di pêvajoya dawî de firotina bîletan sekiniye û krîza aborî bandor li firotina biletan jî kiriye. BI DÎMEN   *Endama PM'a DBP'ê Zuhal Tekîner balkişand ser saziyên jinan ên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin û got desthilatdarî jinan wek tehdîd dibîne û ji ber vê raste rast xebatên jinan hedef digire. BI DÎMEN   *Seroka Sendîkaya Kedkarên Malê ÎMECE Ayten Kargin ji 2012’an heta niha ji darazê re hewl dide xebata xwe ya 10 salan îspat bike.  Çîroka Ayten a bi salan bê sîgorte xebitî, di heman demê de têkoşîna ku keda jinê bê dîtine ye. BI DÎMEN   *Wezîrê Perwerdê Îsmet Yilmaz  der barê guherînên bicihkirina lîseyan de daxuyaniya ‘xwendekar di derbasbûna lîseyê de dikarin dibistanên bixwazin tercih bikin’ dabû. Seroka 3’emîn Şaxa Egîtîm Senê Ayfer Koçak der barê mijarê de axivî û got: “Li Kagithaneya ku 440 hezar nifûsa wê heye tenê du dibistanên lîseya anadoluyê hene.  Wê li van lîseyan kîjan xwendekar bên bicihkirin. Wê ev xwendekar bi ku de biçin?” BI DÎMEN