Ji bo taybet Înan li Rihayê mearsîm hat lidarxistin 2017-12-22 15:27:17   RIHA – Meclîsên Jinan ên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê, dayika Taybet Înan a cenazeye wê li Silopiya 7 rojan li kolanê mabû bi bîr anîn.    Meclîsên Jinan ên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê bi civînek çapemeniyê Taybet Înan a li navçeya Silopiya Şirnexê di dema “qedexeya derketina kolanan” ya li kolana mala xwe hat kuştin û cenazeye wê 7 rojan li kolanê ma bi bîr anîn.    Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Halîliye hat lidarxistin û gelek jin tevli merasîma bîranînê bûn. Di civînê de ji Meclîsa Jinan a DBP’ê Leyla Daghan axivî. Daghan diyar kir ku rayedarên dewletê mirina Taybetînan temaşe kirin û got: “150 metro li pêşiya çavê zarokên xwe hat kuştin û nehiştin tu zarokên wê biçin ser cenaze. Lê ji walî heta qeymeqam herkes hatibû agahdarkirin. Walî û qeymeqam jî çavê xwe ji vê mirina sivîl a bêparastin re girtin. Bi qetilkirina dayika Taybet re li vî welatî edalet carek din hat qetilkirin. Mafê mirovan hat qetilkirin.”