Goristanên PKK'yîyan rûxandin 2017-12-22 12:11:45   BEDLÎS - Cenazeyê şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a di sala 2014'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA-Starê û şervanên YPG/YPJ'ê, ji goran hatin derxistin. Hat zanîn ku cenaze bi biryara dozgeriyê hatiye derxistin û birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.   Goristana Garzanê ya li Bedlîsê bi êrîşekê bi temamî hat rûxandin. Di êrîşê de gor hatin xerakirin û cenazeyê şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, cenazê 267 gerîlayan ji goran hatin derxistin.   Goristana ku berê hatibû texrîbkirin, bi temamî hat xerakirin. Piştî ku qedexe hat îlankirin goristan û mescîd hat xerakirin.