Zarokan li girtîgehê deSt bi greva birçîbûn kir 2017-12-22 12:10:07   ŞIRNEX - Zarokên li Girtîgeha Zarokan a Yayladagê, li dijî îstîsmar û binpêkirina mafan a li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û hat aşkerakirin ku zarokên li Gitîgeha Zarokan a Denizliyê jî wê tevli grevê bibin.   Li Girtîgeha Zarokan a Yayladaga Hatayê zarokên keç li dijî binpêkirina mafan ên li girtîgehan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Hat aşkrakirin ku wê zarokên li Girtîgeha Zarokan a Denizliyê jî piştgiriyê bidin çalakiyê. Ji zarokên li Girîgeha Zarokan a Denizliyê zarokekê tiştê li girtîgehê tînin serê wan bi nameyeke ku ji malbata xwe re şand bi raya giştî re parvekir.  Zaroka ku name şand diyar kir ku ew ji aliyê gardiyanên mêr ve bi îstîsmar zayendî re rûbirû dimînin. Zaroka ku got li Girtîgeha Yayladagê jî li zarokekê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, anî ziman ku piştî zarokê li dijî vê pêkanînê li ber xwe daye cezayê hucreyê lê hatiye birîn.   'Em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin'   Zaroka ku got ji aliyê gardiyanan ve bi astengkirina hevdîtina bi telefonê û ya li girtîgehê ku bi xizmên xwe re dikin tên tehdîtkirin di berdewamiya nameya xwe de wiha got: "Ji ber ku ranzaya hevala me li ber çavna e hevala me her bi tacîza leşkeran re rûbirû dimîne. Li gel ku vê hevalê pirsgirêk ji rêveberiya girtîgehê re ragihand jî tu çareserî pêk nehat û ji ber vê hevala me hewl da întîhar bike. Ji ber cihê cografîk ê girtîgehê ku lê ye demsala zivistanê gelek sar derbas dibe. Lê li gel vê jî karolîfer nayên pêxistin. Em nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin û ji kantînê sûdê bigirin."   Zarokê herî dawî got ku şert û merc li girtîgehê neyên guhertin ew ê çalakiya xwe ya grevê berdewam bikin.