Eyhan Yûnis: Xizmeta ji bo gel û jinê hêviya siberojê geştir dike 2017-12-22 09:06:05   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Berdevka KPC-D'ê Eyhan Yûnis kar û xebatên ku li Til Temirê û  gundewarên wê hatiye kirin nirxand û wiha got:"Xizmeta ji bo gel û jinê hêviya siberojê geştir dike."   Berdevka, Komîteya Perwerdeya Civakî ya Demokratîk (KPC-D) Eyhan Yûnis kar û xebatên ku li Til Temirê û  gundewarên wê hatiye kirin nirxand û diyar kir ku xizmet pêşiya siberojê ronî dike.    Eyhan Yûnis nirxandina salane wiha kir:" Di sala 2017'an de, di qada perwerdehiyê de xebateke pir bi nirx hatiye meşandin. Bi armanca ku civakeke perwerdekirî û nifşekî zana were avakirin, xebateke pîroz ji aliyê qada perwerdehiyê ve li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatiye meşandin. Komîteya Perwerdeya Civakî ya Demokratîk (KPC-D) li bajarê Til Temirê di nava xwe de Saziya Zimanê Kurdî, Yekîtiya Mamosteyan, Peymangeha Şehîd Jiyan û Komîteya Rêvebirina Dibistanan dihewîne."   Eyhanê diyar kir ku xebatên perwerdeyê di sala 2017'an de bi awayekî serkeftî derbas bûne û wiha dewam kir: "Di sala 2016'an de hinek astengî di milê perwerdekirina pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûrî de hebû ji ber ku nefêmkirinek di milê Pergala Netewa Demokratîk de hebû, lê di sala 2017'an de êdî hejmarek baş ji zarok û xwendekaran derbasî dibistan û peymangehan bûn. Tevlîbûna pêkhateya Ereb ji bo mamostetiyê jî pir hebû. Di sala 2017'an de êdî xwendekar jî gihiştin wê baweriyê ku bi zimanê dayîkê werin perwerdekirin."    Eyhanê diyar kir ku hejmar û rêjeya mamosteyên di navbera 2016 û 2017'an de zêde bû û wiha dom kir: "Di sala 2016'an de tenê li dibistanên seretayî bernameya me dihate dayîn û li gorî wê mamoste hatibûn erkdarkirin. Lê di sala 2017'an de êdî dibistanên navîn jî bûn beşek ji Komîteya Rêvebirina Dibistanan. Bi zêdebûna dibistanan êdî hejmara mamosteyan jî zêde bû. Hejmara mamosteyên 2016'an 468 mamoste û di 2017'an de bûn 813 mamoste."   'Ji %85 mamosteyên jin cihê xwe di Komîteya Perwerdeyê de girtine'   Eyhanê ked û rola mamosteyên jin ên di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha anî ziman: "Mamosteyên jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî kedeke mezin û bi wate ne. Mamosteyên jin di şoreşê de bûn mînak jina zana û xwedî fikir. Hejmara mamosteyên jin 568 mamoste ne û hejmara mamosteyên mêr 240 mamoste ne. Yê ku herî zêde cihê xwe di perwerdeyê de digire jî jin e, ango ji sedî 85 mamosteyên jin cihê xwe di Komîteya Perwerdeyê de girtine. Hejmara dibistanên seretayî yên di sala 2016-2017'an (67) dibistan bûn û yên sala 2017-2018 jî bûn (86) dibistan. Êdî sal bi sal hemjara dibistanan zêde dibin."   Eyhanê her wiha bal kişand li ser rêbazê perwerdekirina mamosteyan û hejmara xwendekarên li dibistanên Til Temirê û wiha got: "Niha em  ji bo amadekariya sala 2018'an, dewreyên perwerdeyê yên biranşên amadeyî li peymangehan ji bo mamosteyan vedikin da ku bikaribin sala pêşiya me xwendekaran perwerde bikin. Hejmara xwendekarên dibistanên seretayî di 2017'an de bûne 6 hezar û 408 xwendekar in, hejmara xwendekarên dibistanên navîn jî 740 xwendekar in. Hinekî di şert û mercên şoreşê de peydakirina pirtûkan ji bo van xwendekaran zehmet e lê em hewl didin ku wan pirtûkan peyda bikin."   Eyhanê behsa rola peymangehê di perwerdekirina mamosteyan de kir û got: "Peymangeha Zanistên perwerdehiyê gelek guhertin û pêşxistin di mamosteyan de da çê kirin. 3'ê dewreyên perwerdeyê bidawî bûn û ya 4'emîn jî niha bi tevlîbûna 50 xwendekarên Kurd û 130 xwendekarên Ereb dewam dike. Du endamên peymangehê jî derbasî Akademiya Mezopotamiyayê bûne."    Eyhanê herî wiha behsa xebatên Yekîtiya Mamosteyan kir: "Yekîtiya Mamosteyan di sala 2017'an de lênûsa tenduristiyê ji bo mamosteyan  amade kirin. 20 mamoste ji aliyê Yekîtiya Mamosteyan ve derbasî perwerdeya Civaka Demokratîk bûn. 13 mamosteyên Ereb jî tevlî Akademiya Şehîd Ezîz a Perwerdeyê li Hesekê bûn. 25 mamosteyên din jî derbasî dewreya xweser a li Akademiya Şehîd Dorşîn a Dêrikê bûn."    Herî dawiyê Eyhan Yûnis xebatên Saziya Zimanê Kurdî wiha nirxand: "Ji bilî perwerdekirin û fêrkirina zimanê kurdî, lêkolîn derbarê wateyên peyvan a ku girêdayî wêjeya kurdî ye hatine kirin. 13 dewreyên asta yekemîn bi hejmara 210 xwendekaran, 5 dewreyên astên duyemîn 57 xwendekar û du dewreyên astên sêyemîn bi hemjara 12 xwendekaran bi dawî bûn. Me gelek destkeftî di sala çûyî de bi dest xistin. Em ê di vê qadê de hîn bêhtir ji bo gel û civaka xwe bixebitin. Em ê perwerdeyên xwe bidomînin da ku civakeke azad, xwedî fikir, xwedî çand û exlaq tê bigihêje."