'Jinên Şehbayê xeta azadiyê ji xwe re esas girtin' 2017-12-22 09:02:07   Lîlav Elî/Orîvan Mustefa   EFRÎN - Rêvebira Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Cebo xebatên xwe yên sala 2017'an nirxand û hatina sala 2018'an pîroz kir.   Li Rojava-Bakurê Sûriyeyê roj bi roj serkeftinên mezin bi saya keda jinê tên qezenckirin û bidesxistin. Di hemû waran de jinan mohra xwe li serkeftinê xistiye. Sala 2017'an jî tevî hemû zehmetiyan wekî saleke serkeftî ku bi têkoşîna jinan a li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatiye tacîdarkirin e. Em ber bi 2018'an ve diçin. Têkildarî van mijaran Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Cebo xebatên xwe yên sala 2017'an nirxand.   Rîhab Cebo destnîşan kir ku ji destpêka karê xwe ve wan xurtkirina rola jinê di hemû warên jiyanê de esas girtiye û wiha got: "Me di destpêka xebatên xwe de, li her çar navçeyên Kantona Şehbayê sazî û navendên jin ji bo perwerdekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan vekirin. Me di destpêka xebatê xwe de ji bo xurtkirina rola jinê di hundirê Kantona Şehbayê de gelek zehmetî bi jinan re kişand, bi taybet jina Ereb ji ber ku hîn di bin bandora hişmendiya desthilatdariyê de mabûn."   'Jinên Şehbayê xeta azadiyê ji xwe re esas girtin'   Rîhab Cebo da zanîn ku bi rêya jina kurd jinên pêkhateyên din jî xeta azadiyê nas kirin û wiha axaftina xwe domand: "Jina Kurd di dîroka mirovahiyê de ji bo azadiya xwe beşdarî hemû warên jiyanê bûye, lewma bi rêya perwedeyan û danasîna xeta azadiyê, jina Ereb bi têkoşîna Jina Kurd bandor bû û xeta azadiyê ji xwe re esas girtin. Beriya demeke nêz jî jina Ereb, jina Turkmen û hemû pêkhateyên din beşdarî Komîteya dayîna perwerdeyê bûn, her wiha pirsgirêkên jinên Şehbayê bi xwe çareser kirin û rola xwe di civakê de hêdî hêdî xurtir kirin."   Rîhabê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Wekî ku tê zanîn beriya Şoreşa Rojava hemû jin û bi taybet jina Ereb tenê bi karê mal û xwedîkirina zarokan ve mijûl dibûn, ger karek bikira jî di bin desthilatdariya mêr de kar dikir, lê piştî dayîna perwerdeyan û avakirina akademiyan, jin tevlî kar û xebatên cur be cur bûn û rolek pir girîng di hemû waran de leyistin. Jixwe projeya Netewa Demokratîk a ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, ji aliyê jinên pêkhateya Ereb û Turkmen bi hezkirinek mezin hate pejirandin, ji ber vê bi heyecaneke mezin tevlî hemû xebatên pergala Netewa Demokratîk bûn. Bi vê felsefeyê jî êdî tê gihiştin ku Rêber Apo ne tenê Serokê Gelê Kurd e, ji bo wê jinên Şehbayê Rêber Apo wekî Rêberê hemû gelan binav dikin."    'Jina Ereb û Turkmen xwe îsbat kirin'   Rîhab Cebo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2017'an de hilbijartinên qonaxa yekemîn û duyemîn a hilbijartinên Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hatin lidarxistin. Jinên Şehbayê di van hilbijartinan de roleke pir baş lîstin û cihê xwe di van hilbijartinan de girtin. Bi tevlîbûna xwe jî xurtbûna vîna xwe îsbat kirin. Li aliyê din jî dema ku çeteyên DAÎŞ'ê di bin navê îslamiyetê de dixwestin li Sûriyeyê cudabûnê di navbera gelan de çêbikin, ev xwestek û planên wan bi bin ketin. Bi rêya perwerdeyan û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me li hember van êrîş û planan li ber xwe da û tekoşîneke mezin da meşandin. Nîşana vê yekê jî tevlîbûna jinên Kantona Şehbayê di Eniya Parastina Jinên Şehbayê û hêza Asayîşê de bû."   'Em amade ne ku li hember dewleta Tirk a dagirker çekan rakin'    Rîhabê di dawiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Em jî weke gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê xwe ji sala 2018'an amade dikin û amadekariya qonaxa sêyemîn a hilbijartinên Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya ku bi keda jin û hezkirina wê ji projeya Netewa Demokratîk, bi ser dikeve, dikin. Her wiha em weke jinên Kantona Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe ve em amade ne ku li hember dewleta Tirk a dagirker çekan rakin û di çeperên şer de xaka xwe biparêzin û li hember wan parastina xwe bikin."