Têkiliyên Kongra Star bi Jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan re civîyan 2017-12-21 15:38:46   TIL TEMIR - Têkiliyên Dîplomasî yên Kongra Star derbarê mijara pêşketina jinê ya di civakê de bi Jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan re civîyan.   Têkiliyên Dîplomasî yên Kongra Star derbarê mijara pêşketina jinê ya di civakê de û ji bo jin di warê şexsiyetê de pêş bikeve û di nava civakê de tevgera wê zêde bibe li gundê Xeznayê bi Jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan re civîyan.   Rêvebirên têkiliyên diplomasî yên Kongra Star Ebla Dawê, Elya Oglo, Emşa Ehmed û gelek jin beşdarî civînê bûn. Civîn ji bo berxwedêrên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Rêvebira Têkiliyên Dîplomasî Ya Kongra Star Ebla Dawê di civînê de axivî û wiha got:" Ji bo ev hişmendiya desthilatdar û baviksalar ji holê rabe divê jin hemû bibin yek. Divê jin hişyar bibe û hem xwe hem jî dîroka xwe nas bike. Ji bo jin neyê xapandin divê xwe biparêzin."   'Divê jin hêviya xwe wenda nekin û bibin yek'    Eblayê di berdawamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin hêviya xwe wenda nekin û bibin yek û wiha got:" Di dîroka mirovahiyê de jin xwedawend, bijîşk, mamoste û hwd…bûn lê bi derbasbûna demê re hişmendiya desthilatdar a mêr xwe da rûniştandin û destkeftiyên jinan  jê girtin û kir ayîdê xwe. Lê niha êdî jinên ereb divê ku dîroka xwe baş bixwînin da ku karibin nifşên nû yên azad û xwedîehlaq ava bikin." Elya Oglo jî wiha got:" Rêberê Mirovahiyê Abdullah  Ocalan ji bo azadiya jinê û wekheviyê  û ji bo jin mafê xwe bistîne û di civakê de bibe xwedî rol û kesayetek azad, têkoşînek mezin kir.  Jin xwe li her qadê li pêş xistiye êdî divê ku jinên ereb jî êdî zincêrên koletiyê bişkînin. Em di qonaxek girîng re derbas dibin, qonaxa azadiya jinê û xilaskirina wê ji koletiya pênc hezar salan. Jin xwedî hêz û îrade ye dikare civakê bi giştî bi rêve bibe. Divê em jî her dem têbikoşin."   Civîn bi nîqaşên li ser zanebûna jinê, bi gavên nû ber bi azadiyê ve û xwesteka xwendinê û fêrbûna zimanê dayîkê, bi dawî bû.