Ji bo Meltem a ku hat binçavkirin kampanya 2017-12-21 11:32:53   STENBOL - Li bendê ye ku Meltem Servî ya li Enqereyê hat binçavkirin. Dost û hevalên Meltemê jî li ser medya civakî ji bo wê dest bi çalakiyê kirin.    Ednama Meclisa HDK'ê ya Stenbolê  Meltem Servî duh bi ji ber piştevaniya bi Nuriye û Semîh re li ketina bajarê Enqereyê bi hinceta ku derbarê wê de biryara girtinê heye hat binçavkirin. Li bendê ye ku îroa Meltemê sewkî edliyeyê bê kirin. Gelk heval  û dostên meltemê jî ji bo piştevaniya wê bikin li ser medyaya civakî dest bi çalakiyê kirin. Bikarhênerên ku  #MeltemServiDerhalSerbestBırakılsın hashtagi tweet avêtin, diyar kirin ku Meltem li ji Somayê heta Geziyê, ji Pirsûsê heta Yukselê li hemû qadan di çalakiyan de bû.   Hin tweetên ku ji bo Meltemê hatine avêtin wiha ne:   *Berxwedêrên jin ên li vî welatî ji pergala we ya talanker bi hêztir in û hûn nikarin wan têk bibin.   *Gotina bila Nuriye û Semîh bijîn û piştevaniya bi wan re jî ne sûc e.   *Hun dikarin Meltemê bi van pêkanînan bê deng bikin?   *Ji ber ku erka xwe ya mirovatiyê pêk aniyê hûn nikarin wê sûcdar bikin.